logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Dîroka Olî(Dînî) Eşîretên Kurdan Mîrekiyên Kurdan Dewletên Kurdan Bermahiyên Dîrokî Dîroka 1000 Sala Dawî Dîroka Piştî Zayînê (P.Z.) Dîroka Berî Zayînê (B.Z.) Kolanên Arkeolojîk
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Xatê Xatûn(Zekîye Midyat)

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

Li Tirkîyê cara ewil weke jin ku bûye seroka şaredariyê Xatê Xatûn(Zekîye Midyat) e, di sala 1956an de ji bo serokatiya Şaredarîya Midyadê hate hilbijartin. Zilamê wê Nûrîyê Ezîz ji Partîya Demokrat ji bo serokatîya Şaredarîya Midyadê hatibû hilbijartin; lê piştî 5 mehan dema ji bo otobosa şaredariyê diçe Mêrdînê, di bûyera trafîkê de canê xwe ji dest da. Wê demê Xatê Xatûn 32 salî ye û lawê wê yê biçûk Ferît 3 mehî ye. Di vî ‘emrê xwe yê ciwan de barê maleke mezin û eşîrekê ketibû ser mile wê. Dûra berpirsyarîya karê bajarekî jî kete ser. Lê ew ji malbavan û bi tevgera mala xwe xwedî tecrûbe bû û bi serkeftin karê xwe meşand.

Xatê Xatûn li Kercosê/Batmanê mezin bûye. Malbata wê bi kêmanî ew zêdeyî 300 sal e li Kercosê bi cih bûne, xwedî nifûseke mezin û xwedî nav û deng in. Xatê Xatûn li Kercosê di qonaxa dîrokî de ku berê medrese bû perwerdehî dîtîye. Wê demê keç nedişandin mekteba, Xatê Xatûn tenê 2 sala perwerdeya bi Erebî dîtîye.

Bi Nûrîyê Ezîz re zewicîbû ku ew jî mezinê eşîra xwe û naskirî bû, xwedî danûstendina berfireh bû. Piştî Nûrîyê Ezîz diçe rehmetê sê namzet hene ji bo hilbijartinê, ji alîyê meclisê ve Xatê Xatûn di şûna hevjînê xwe de ji bo serokatîya şaredarîyê tê hilbijartin.

Xatê Xatûn di heman demê de rêbertîya Konfederasyona Eşîra Şemikan jî kirîye. Li herêmê eşîrên weke Hevêrkî, Dekşûrî, Şemikan, Delmemikî, Mehmûdkî, Îsabegî hene. Wê demê li herêmê hukmê eşîran derbasdar bûn, bandora wan di ser ya hukûmetê re bû. Di vê demê de Xatê Xatûn derdora 4 sala serokatîya şaredarîyê kiriye, helbet bi riza eşîra xwe û bi alîkarîya wan.

Xatê Xatûn bi 4 zimana zanîbû; Kurdî, Suryankî, Erebî û Tirkî. Piştî bûye seroka şaredarîyê, xwe fêrî nivîsandin û xwendina bi tîpê Latînî jî kirîye. Di dema serokatîya şaredarîya Midyadê de gelek xebatên hêja kirine, projeyên ku nêvcî mabûn temam kiriye, elektrîk û av anîye bajêr. Piştî derbeya 27ê Gulanê Xatê Xatûn ji wezîfeyê dûr ketîye.   

Torinê Xatê Xatûn, derhêner, senarîst û lîstikvanê fîlman Sermîyan Mîdyat, di sala 2013an de filmek li ser jiyana wê kişand bi navê “Hukumet Kadin(Jina Hukumdar)”. Ev film ji alî malbatê ve, bi nerastîya mijarên tê de hat rexnekirin û bû warê nîqaşê,

Malbata wê ya ji alîyê bav de gelek siyasetmedar û şeqsîyetên navdar gihandine, qedir dane xwendinê, rêveberîyê. Birazîya Xatê Xatûn Ayhan Ekmen da dû şopa wê û di navbera salên 1971-73yan de bû seroka jin ya şaredarîya Kercosê ya ewil. Ev jî ketibû şûna bavê xwe yê ku serokê Şaredarîya Kercosê bû. Wê demê Kercosê bi ser Mêrdînê ve bû. Birayê wê Adnan Ekmen jî parlamenterî û wezîrtî kirîye. Wezîrê berê yê Malîyê Mehmet Şîmşek, parlementerê berê Mehmet Emîn Ekmen, serokê Şaredarîya Kercosê yê berê(1989-2004) Bedreddîn Ekmen jî ji vê malbatê ye. Di dema Dewleta Osmanî de jî xwedî qedr û qîmet bûn, yanî bi sedsalan e malbata wan rêbertîyê dikin.

Ji heyaman de malbateke welatparêz in, hevalbendên serhildanên Mîr Bedirxan, Şêx Ûbeydullah û Şêx Seîd bûn. Dema piştî serhildana Şêx Ûbeydullah, surguna 142 axe û begên Kurda derketibû, rêberên malbata wan jî di wê lîsteyê de bûn. Piştî serhildana Şêx Seîd, dema fermana axa derketibû, ji malbatê Yûsiv Axa surgunî Bûrsa kiribûn. Piştî derbeya eskeri ya 27ê Gulanê sala 1960î de jî, ji malbatê Salih Axa yê ku 3 dewra serokatîya şaredarîyê kiribû, surgunî Qempa Sîwasê kirin, ya ku rêberên Kurdan lê dihatin komkirin.

Li Midyadê jî, ji destpêka avabûna Komara Tirkiyê şaredarî bi pirayî di destê malbata Nûrîyê Ezîz de maye. Nûrîyê Ezîz 4 carî zewicîye. Lawê wî Zîwer Midyad yê ji Nûra Ehmed 4 dewreya serokatîya Şaredarîya Midyadê kirîye.

Xatê Xatûn, salên xwe yê dawî li Stenbolê li ba lawê xwe derbas kirine û di 07.01.1992 li wir jiyana xwe ji dest daye. Tirba wê li Mezelê Karacaahmet ya li Stenbolê ye.


ÇAVKANİ

Malbat

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Dilşa Yûsûf

Helbestvan, rojnamevan û wergêr Dilşa Yûsûf, di 10ê Hezîrana 1968de li gundê Çetelê ser bi bajarê Dirbêsiyê li Başûr Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Derçûya Peymangeha Çandiniyê ya Hesekê ye. Niha li welatê Swêd niştecî ye. Berhemên wê yên wêjeyî hatine wergerandin ser çend zimanên biyanî û di gelek kovar û rojnaman de hatine weşandin. Wergerê ji sê zimanan dike (Kurdî - Turkî- Erebî). Endama gelek sazî, rêxistin û komaleyan e, yên wekî: Yekîtiya Nivîskar û Wergervanên Swêd, Komîta Birêvbiriya Giştî ya Navenda PEN a Kurd, Navenda PEN a Navnetewî, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Herêma Kurdistana Iraqê, Sendîka Rojnamevanên Kurd li Herêma Kurdistana Iraqê, Sendîka Rojnamevanên Cîhanê, Seroka Rêkxirawa Harîkariya Zarokên Penaber...


Ozlem Belçîm Galîp

Ozlem Belçîm Galîp, li Zanîngeha Oxfordê yekem kes bû ku dersên zimanê Kurdî da destpêkirin. Herwiha bi Abidin Parilti re kitêba bi navê “Kürt Romanı Okuma Kılavuzu” (Rêbera Xwendina Romana Kurdî) amade kir. Wê demê di rojname û kovarên Tirkî de li ser pirtûkê gelek nivîs û şîrove hatin nivîsîn. Galip, niha li heman zanîngehê xebatên xwe yên li ser edebiyat û romana Kurdî û Ermenî didomîne. Herwiha xebat û lêkolînên wê yên li ser jinên Kurd ên penaber jî dewam dikin...


Zera Elî Yûsûpova

Zimanzana Kurd a navdar, doktora zaniyarîya fîlologiyê Profesor Zerê Ûsiv (Zara Aliyevna Yûsûpova), sala 1934a li bajarê Tilbîsê di malbeteke Kurdên êzdî da ji dayik bûye. Malbata wan, salên rev û bezê tevî bi hezara malbatên Êzdî ji herema Wanȇ, ji zulma Roma Reș û olperestên fanatîk reviyaye. Fîlolog û şarezaya diyalektên Kurdî Profesor Zerê Ûsiv ku tevaya jiyana xwe ya zanistî ji bo lêkolînkirina diyalêktên zimanê Kurdî terxan kiribû, li pey xwe zêdetirî 80 berhemên zanistî hiştin.


Yekbûn

Yekbûn; bestekar, sazkar, stranbêj û produktor e. Li Zanîngeha Marmara ya Stenbolê di beşa Mamostatîya Mûzîkê de perwerdehîya deng xelas kiriye. Di sala 2002yan de bi yekemîn berhema xwe ya solo ya bi navê “Nîrwana” derket pêşberî hezkirîyên xwe.