Firat Cewerî
Firat Cewerî bi eslê xwe ji Dêrika Çiyayê Mazî ye. Di destpêka salên heftêyan de koçî Nisêbînê kir û di sala 1980 de jî terka welêt kir û li Swêdê bi cih bû. Sebeba derketina wî bi kurdînivîsandina wî bû. Ji ber ku ew bi salên xwe ên naşî hogirî nivîsandina Kurdî bûbû û bi zimanê xwe ê qedexe, bi dizî dinivîsand. Gava wî dest bi nivîsê kiribû, ji ber qedexeya li ser zimanê Kurdî, heta hingî, piştî avakirina komara Tirkiyê, tenê 9 kitêbên bi Kurdî derketibûn. Wî bi dizî dinivîsand, helbestên xwe di defterekê de dicivand û gava leşker û polisan ji xafil de digirtin ser malê, wî deftera xwe divirvirand ser diya xwe û diya xwe jî dikir şirîkê tirsa xwe.
Firat Cewerî
28 Çileya Paşî 2022