logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Lêkolîner Nivîskar Helbestvan
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê

Bingeha zimanên malbata HindûEwrûpîyan Kurdistan e. Ji ber ku cara ewil çandinî, kedîkirina ajalan, şaristanî û gelek afirandinên sereke yê insanetiyê li Kurdistan dest pê kiriye; ziman û çanda Kurdî xwedî bingeheke xurt e û pir dewlemend e. Loma xwedîlêderketina çand û zimanê Kurdî, xwedîlêderketina dîroka insanetiyê ye.


Wêje
John

Dr. Zerdeşt Haco

Zerdeşt Haco lawê Mihyedînê Usivê Haco û Şefîqa Elîyê Hisên e. Di roja 10.03.1950î de li gundê Ala Reşa ji dayik bûye. Di sala 1955an de mala wan ji Ala Reşa tê Tirbespîyê. Di malek ku pirtûkên Weşanên Xoybûnê, pirtûkên Mir Celadet û Mîr Kamiran Bedirxan û yên Cegerxwîn, yên ku di Xoybûnê de rêhevalên bapîrê wî Haco bûn dihatin parastin û xwendin mezin bûye. Li hin gundên Mala Haco, weke li gundê Kêlhesenakê şagirtan sibehê berî ku derbasî xwendegehê bibin, bi dengekî bilind helbesta Cegerxwîn “Her Bjîn Al û Keyî” dixwendin. Kesayetiya Zerdeşt Haco li ser vê bingehê şikil ştendiye. Hê di zarokatîya wî de bavê wî hin helbestên Cegerxwîn pê dabûn jiberkirin û gava mêvan dihatin, ji wan re dixwendin.
Mehmet Saît Arzû 17 Tebax 2021

John

Dilşa Yûsûf

Helbestvan, rojnamevan û wergêr Dilşa Yûsûf, di 10ê Hezîrana 1968de li gundê Çetelê ser bi bajarê Dirbêsiyê li Başûr Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Derçûya Peymangeha Çandiniyê ya Hesekê ye. Niha li welatê Swêd niştecî ye. Berhemên wê yên wêjeyî hatine wergerandin ser çend zimanên biyanî û di gelek kovar û rojnaman de hatine weşandin. Wergerê ji sê zimanan dike (Kurdî - Turkî- Erebî). Endama gelek sazî, rêxistin û komaleyan e, yên wekî: Yekîtiya Nivîskar û Wergervanên Swêd, Komîta Birêvbiriya Giştî ya Navenda PEN a Kurd, Navenda PEN a Navnetewî, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Herêma Kurdistana Iraqê, Sendîka Rojnamevanên Kurd li Herêma Kurdistana Iraqê, Sendîka Rojnamevanên Cîhanê, Seroka Rêkxirawa Harîkariya Zarokên Penaber...
Berhevkar: Mehmet Saît Arzû 21 Çirîya Pêşî 2021

John

Dîlan Şewqî

Dîlan Şewqî di sala 1970yî de li bajarê Serê Kaniya Rojava ji dayik bûye. Xwendina xwe ya Dibistanê heya pola duwazdeha li bajarê xwe tamam kiriye. Dîlan Şewqî di bin bandora welatperweriya bavê xwe de bû. Bavê wan tim û tim ji zarokê xwe re helbestê seydayê Cegerxwîn dixwendin û behsa şoreşan û raperînên Kurdan dikirin. Ev dihişt ku zarok bi hestê kurdayetiyê mezin bibin û Dîlan Şewqî bêhtir embara xwe ya çandeyî û ya edebiyatê têr bike.
Dîlan Şewqî 24 Çirîya Paşî 2022

John

Dema Çav Ji Evînê Dûr Ketin(PDF)-Mahsûm Dîma

Navê Pirtûkê: Dema Çav Ji Evînê Dûr Ketin Nivîskar: Mahsûm Dîma Helbest
Koma Berhevkariyê 23 Çileya Paşî 2023

John

Deham Ebdulfettah

Nivîskar û rêzimanzan Deham Ebdulfettah, di sala 1942'yan de li gundê Billê ya bi ser bajarê Amûdê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya seretayî, nawendî û amadeyî li dibistan û xwendegehên bajarê Amûdê û Hisîça qedandiye. Derçûyê Zanîngeha Helebê, Beşa Ziman û Wêjeya Erebî ye. Nêzî 25 salan wekî mamosteyê ziman û wêjeya Erebî kar kiriye. Dûra destê xwe ji karmendiyê kişandiye û xwe daye kar û barên zimanê Kurdî...
Koma Berhevkariyê 27 Çileya Paşî 2023

John

Dilawer Zeraq

Nivîskar, lêkolîner û wergêr Dilawer Zeraq, di sala 1965an de li Farqînê ji dayika xwe re çêbûye. Piştî ku xwendina xwe a seretayî, navîn û lîse li Farqînê bir serî, di sala 1985an de li Amedê, Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehîyê Beşa Matematîkê kuta kir. Ji sala 1996an bi vir de ye bi Kurdî çîrok û romanan û di warê zimannasî û rexneya wêjeyê de gotaran dinivîse. Digel ku berhevkarîya biwêjên Kurdî dike, pê re jî, li ser rênîşa Kurmancî, etîmolojî û standardîzasyona Kurmancî xebatên lêkolînî dike û gotaran dinivîse.
Dilawer Zeraq 16 Tîrmeh 2023

Ev xal li bende we ye, hûn bixwazin bibin alîkar li vir bitikînin…