logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Lêkolîner Nivîskar Helbestvan
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê

Bingeha zimanên malbata HindûEwrûpîyan Kurdistan e. Ji ber ku cara ewil çandinî, kedîkirina ajalan, şaristanî û gelek afirandinên sereke yê insanetiyê li Kurdistan dest pê kiriye; ziman û çanda Kurdî xwedî bingeheke xurt e û pir dewlemend e. Loma xwedîlêderketina çand û zimanê Kurdî, xwedîlêderketina dîroka insanetiyê ye.


Wêje
John

Şerefname(pirtûk-pdf)

Şerefxanê Bedlîsî, kitêba Şerefnameyê wek du cildan nivîsandiye. Cilda yekemîn ya ku dîroka Kurdistan e di dawiya meha zulhîcceya sala 1005ê koçî (13yê Tebaxa sala 1597ê zayînî) qedandiye. Nusxeya destxeta Şerefxan bi xwe bi Farisî ye, 246 rûpel e û niha di Kitêbxaneya Bodleian a Zanîngeha Oxfordê de, di bin reqema 312an de qeyitkirî ye. Bi bîst tabloyên bi nirx yê ku wî bixwe çêkirine hatiye xemilandin û her yek ji wan tabloyan bûyerek dîrokî îzah dike. Şerefxan, nivîsandina cilda duduyan jî di meha Gulana sala 1599ê zayînî de tamam kiriye. Ev cilda han jî li ser bûyerên dema sultanên Osmaniyan û hukumdarên Îran û Tûranê ye. Loma ev kitêb di warê dîroka siyasî, çandî, civakî de çavkaniyek pir girîng e ji bo Kurdistan, Dewleta Osmanî, Îranê û derdora wan...
Zîya Avci 21 Tebax 2021

John

Salihê Kevirbirî

Salihê Kevirbirî, sala 1975ê li Batmanê hatiye dinyayê. Xwendina xwe li navçe û bajarên wekî Batman, Farqîn, Misirc, Edene û Stenbolê kiriye.Sala 1992yê bi derketina Rojnameya Welat re, ji zimanê dayîka xwe haydar bûye. Li herêma Çukurovayê di rojnameya Welatê Me de cara yekem dest bi karê rojnamegeriyê kiriye û heta rojname hatiye girtin, li herêmê berpirsiyariya rojnameyê kiriye. Piştî girtina Welatê Me, kar û barê rojnamegeriyê di rojnameya Azadiya Welat de berdewam kiriye
Salihê Kevirbirî 21 Sibat 2021

John

Şerefxanê Bedlîsî

Şerefxanê Bedlîsî, bi esil ji malbata mîrên Bedlîsê, ji eşîra Rojkan e. Mîrekiya Bedlîsê di navenda Kurdistan de cih digre û yek ji mîrekiyên herî mezin e. Mîr Şerefxan nivîskarê kitêba p Kurdistan/ ŞEREFNAMEyê ye û di beşek vê kitêbê de di derbarê xwe û malbata xwe, e
Eslîxan Yildirim 20 Tebax 2021

John

Samî Tan

Samî Tan di sala 1965an da li gundê Axçelîyê yê bi ser navçeya Kolikê ya Semsûrê ve çavên xwe li vê cîhana gewrik vekirine. Xwendina xwe ya seretayî, navincî û amadehî li bajarê Mersînê kuta kiriye. Di sala 1986an da li Zanîngeha Bogazîçî di beşa dîrokê da dest bi xwendina bilind kiriye. Lê belê ew beş nîvçe hiştiye, di sala 1992yan da pêşî bi pardemî li Rojnameya Yenî Ulkeyê, paşê di tîrmeha1993yan da bi awayekî profesyonel di Rojnameya Welat da dest bi rojnamegerîya kurdî kiriye.
Samî Tan 21 Sibat 2021

John

Seîd Rezvanî

Navê min, Seîd Hecî Sedîq Zaxoyî ye, Ez di sala 1944ê, li taxek ji yên Zaxo yên kevin, bi navê Gereka Rûta ji dayik bûme. Ji binemaleka Zaxo yên kevnarim ya bi navê "Rezvan" lewra diêm bernasîn bi “Seîd Rezvanî”. Min qunaxa seretayî û amadeyî ya xwendina xwe li Zaxo bi dawî anîye, derçûyê xula perwerda mîsil im li sala 1963. Di sala 1965ê ez bûme mamoste, li gelek dibistana hatim veguhastin, paşî sala 1975ê bûme rêveberê Qutabxana Zozan ya seretayê li Zaxo, li dumahiyê hatim veguhastin bo navçeya Zaxo.
Seîd Rezvanî 4 Çileya Pêşî 2021

John

Silava Bajariyan(pirtûk-pdf)

Pirtûka çîrokan ya bi navê “Silava Bajariyan” ya nivîskar Menaf Osman ji 23 çîrokan pêk tê, navê çîrokan wiha ne: Xelef, Suret, Xeydoke, Çeme Reş, Wenekeşe Dildar, Badîno, Xewna Misto Bi Ave De Çu, Sîno, Felemez, Gule, Dilhevalekî Birîndar, Xewn, Cegerxwîn, Evdal, Silava Bajariyan, Mîrzo, Çuko, Çaven Nalîne, Lawe Şeve, Bawer, Poşman Mebe, Hindik, Wesoke
Menaf Osman 13 Çirîya Paşî 2022

John

Şêx Fethullah Werqanisî

Şêx Fethullah Werqanisî alim û nivîskarekî Kurd e. Di 1847an de li Werqanisê hatiye dinyayê û di 1900î de li Bidlîsê, di ‘emrekî gênc de çûye ber dilovanîya Xwedê. Şêx Fethullah Werqanisî weke hemû zarokên malbatên oldar, pêşî dest bi xwendina olî kiriye û li gelek medreseyên Kurdistanê geriyaye, li ba Mele Evdirehmanê kurê Mele Evdilehê Xelîfê Mewlana Şêx Xalidê Dêrezorî xwendîye.
Occo Mahabad 24 Çileya Paşî 2023

John

Serdar Roşan

Nivîskar, wergêr, helbestvan, çîroknivîs Serdar Roşan di sala 1958an de li Licê ji dayik bûye. Li Diyarbekir di sala 1979an de Enstîtuya Perwerdeyî, Beşa Zanînên Civakî qedandîye. Piştî derbeya eskerî ya 12ê Îlonê ji welêt derketîye û di sala 1982yan de çûye Swêdê. Ji wê salê û vir de li Stokholmê dijî. Him çîrokan û him jî helbestan dinivîse, lê di warê wergerê de pir xebat kirîye.
Koma Berhevkariyê 1 Nîsan 2023

John

Sabîr Ebdulahîzad

Hiqûqnas û wergêr Sabîr Ebdulahîzad (Saber Abdollahizad) di sala 1986an de li gundê Dizê a ser bi navçeya Mirgewera Ûrmîyeyê hatîye dinyayê. Dibistana seretayî, dibistana navîn û lîse li wê navçeyê xwendîye. Sala 2009an li Ûrmîyeyê fakulteya hiqûqê qedandîye. Piştre sala 2011ê ji bo berdewamkirina xwendina xwe diçe bajarê Tehranê dest bi xwendina lîsansa bilind a hiqûqa navnetewî dike. Sala 2014an wekî xwendekarê doktoraya Hiqûqa Navneteweyî li Zanîngeha Hemedanê tê wergirtin û di heman salê de li Zanîngeha Mihabadê dest bi dersdêrîya hiqûqê dike.
Sabîr Ebdulahîzad 10 Tîrmeh 2023

John

Sayîme Xakpûr

Nivîskar Sayîme Xakpûr di sala 1983yan de li Rojhilatê Kurdistanê, (bajarê Ûrmiyeyê) ji dayik bûye. Xwendina xwe li wî bajarî xilas kirîye, li Zanîngeha Ûrmîyê. beşa Wêje û Edebiyata Zimanên Tirkî û Farisî qedandiye û bi salan li ser zimanê Kurdî xebitîye. Ew îro jî li Ûrmiyê dimîne. Sayîme Xakpûr mijûlî karê wergerê ji zimanê Kurdî bo zimanê Farisî û her wisa ji Farisî bo Kurdî ye. Bi dehan şanoname û fîlmname, serpêhatî, jiyanname û kurteçîrok wergerandine û di kovaran de hatine weşandin.
Koma Berhevkariyê 6 Îlon 2023

John

Seydayê Gurdilî (Mele Îmadeddîn)

Siyasetmedar û helbestvanê Kurd Seydayê Gurdilî (Mele Îmadeddîn) kurê Mele Hesen e û Mele Hesen jî kurê Feqe Elî ye. Malbata wan ji gundê Kirîva ye û Kirîva jî girêdayî bi qeza Misircê (Qurtelanê) ye. Ew bi xwe li gundê Elebocîyan ji dayik bûye di sala 1937an da û navê dayika wî jî Rindê ye. Mele Îmadeddîn di hevpeyvîneke xwe de dibêje: “Li gor gotina bavê min, ez di sala 1933-1934an da hatime dinê.” Li gor gotina Şêx Mîsbeh ku dibêje ew du sal ji min mezintir bû, li gor vê agahîyê divê ew sala 1931ê ji dayik bûbe. Wê demê Mele Hesenê bavê wî li gundê Elebocîyan meletî dikir.
Koma Berhevkariyê 14 Îlon 2023

John

Şêx Ebdulezîzê Bedlîsî

Şêx Ebdulezîzê Bedlîsî helbestvanê dawiya sedsala XIXem û destpêka sedsala XXem e. Ev helbestvanê girîng di dema dawî ya Dewleta Osmanî de jiyaye. Mixabin em sala jidayikbûna wî tam nizanin. Di derheqê wî de zanînên berfireh di destê me de tune. Navê wî yê fermî Ebdulezîz e û kurê Ebdulkerîm e. Perwerde û îcazeta xwe ji Şêx Fethullahê Werqanisî stendîye. Ji ber vê tête hesibandin ku ew girêdayî terîqeta Neqşebendîyê ye.
Occo Mahabad 11 Çirîya Pêşî 2023

John

Şikrîyê Bedlîsî

Şikrîyê Bedlîsî perwerdeya xwe ya pêşî li medreseya Şikrî distîne, di ciwanîya xwe de berê xwe dide Gîlan û Heratê, perwerdeya xwe li wan bajaran didomîne. Piştre dikeve bin xizmeta Mîr Şerefxanê Bedlisî. Bi Şerefxan re beşdarî hinek şeran dibe. Şikrîyê Bedlîsî di cihên cuda de miftîtî, qaditî û miderisîtî dike. Ne bi tenê şair û xatibekî jêhatî ye, ew bi muzîkê re jî eleqedar bûye û li tembûrê xistîye. Wekî din di werzîşê mîna siwarîyê, sobayê û tîr avêtinê de jî xurt bûye. Şikrîyê Bedlîsî di warê hedîs, fiqih, kelam, tefsîr û xîtabetê de hostayekî pirr baş e. Berhema wî ya herî girîng Selîmname ye ku mijara wê jiyannameya Siltan Selîmê Osmanî ye. Heya niha 9 nishayên vê berhemê hatine tesbîtkirin.
Occo Mahabad 16 Çirîya Pêşî 2023

John

Seîd Dêreşî

Seîd Dêreşî, sala 1955an li gundê Dêreşê yê qezaya Amêdiyê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya despêkê, Qur’an û Nûbihara Ehmedê Xanî û çend kitêbên din li nik melan xwendine. Paşî sala 1968an dest bi mekteba resmî ya bi navê (Me‘hedu’l-Îslamî) kiriye. Sala 1976an mekteba xwe bi dawî înaye. Sala 1982yan Koleja Şerî‘etê û Vekolînên Îslamî ya bi ser Zanîngeha Mustensiriyê ve, li Bexda bi dawî înaye.
Koma Berhevkariyê 23 Çileya Paşî 2024

Ev xal li bende we ye, hûn bixwazin bibin alîkar li vir bitikînin…