logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Lêkolîner Nivîskar Helbestvan
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê

Bingeha zimanên malbata HindûEwrûpîyan Kurdistan e. Ji ber ku cara ewil çandinî, kedîkirina ajalan, şaristanî û gelek afirandinên sereke yê insanetiyê li Kurdistan dest pê kiriye; ziman û çanda Kurdî xwedî bingeheke xurt e û pir dewlemend e. Loma xwedîlêderketina çand û zimanê Kurdî, xwedîlêderketina dîroka insanetiyê ye.


Wêje
John

Mehmet Saît Arzû

Mehmet Saît Arzû; di sala 1981î de li gundê Xirbizilê ya Xana Axpar (Çinar) a Amedê ji dayik bûye. Dibistan li gundê Xirbizilê û li navçeya Xana Axparê xwend. Dûre li Zanîngeha Cûmhûrîyetê beşa Civaknasiyê kuta kir. Di wan salan de ji ber se­demên polîtîk demeke kin di zindanê de ma. Piştre li zaningeha Gazîyê lîsansa bilind kuta kir. Ji zarokatiya xwe de bi wêjeyê ve têkildar dibû. Di salên zanîn­gehê de tevlî hevalên xwe di nava karê kovara Kizilirmakê de cih girt û edîtorîya kovarê kir
Mehmet Saît Arzû 22 Tebax 2021

John

Medenî Ferho

Medenî Ferho di sala 1947 de li gundê Mizîzexê; piştî têkçûna serhildana Bagokê ku bi malbatî koçberî Rojavayê Kurdistanê dibin û cardin vedigerin ser cih û warên têr gorî, Xwedê ew daye. Dibistana serete, navendî, dibistana mamostayan û lîse li heremên Kurdistanê qedandine. Di dema mamostetiyê de, di nava damezrênerên Sendikaya Mamostayên Tirkiyê (TÖS) de cih girt, rêvebiriya karên rêxistiniyê kir. Di salên 1963-1964an de di rojnameyên herêmê, Amed –Diyarbakirin Sesî(Dengê Diyarbekir) û Mucadele(Tekoşîn) de; li Mêrdinê di rojnameya Mardînîn Sesî(Dengê Mêrdînê), li Midyadê Turan Şehîr de dinîsî. Di salên 1970-1971ê de nivîs û helbestên wî di rojname û kovarên Stembolê wek Cumhuriyet, Demokrat, kovar Varlik de hatin weşandin...
Medenî Ferho 10 Îlon 2021

John

Mûsa Anter

Mûsa Anter di sala 1920an de li gundê Zivingê yê girêdayî Stilîlê yê li ser navçeya Nisêbînê ji dayik bû. Wî hêj di temenekî piçûk de bavê xwe winda kir û li ber destên dayika xwe ku muxtara gund bû, mezin bû. Diya wî Fesla Anter, muxtara jin ya ewil bû di Dewleta Tirkiyê de. Apê Mûsa dibistana xwe ya seretayî li Mêrdînê û ya navîn û lîse li Edenêyê qedandiye...
Koma Berhevkariyê 25 Çirîya Pêşî 2021

John

Mehmed Ûzûn

Nivîskar, helbestvan, wergêr Mehmed Ûzûn di 1ê Kanûna Paşîn 1953ya de li navçeya Siwêrekê ya bi ser bajarê Rihayê ve hatiye dinyayê. Bi heslê xwe ji eşîreke Wêranşarê ye, şeş xuh û bira ne û xwedî malbate
Eslîxan Yildirim 9 Tîrmeh 2021

John

Mehmet Oncu

Mehmet Oncu, di sala 1961’an de li Taxa Xarxarê ya Semsûrê, ji dayik bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li Semsûrê xwendiye û ji Zanîngeha Anadoluyê, ji Beşa Kargêriyê mezûn bûye. Folklornas, lêkolîner, helbestk
Mehmet Oncu 19 Tebax 2021

John

Mûrad Ciwan

Mûrad Ciwan nivîskar û siyasetmedarê Kurd e. Ciwan di sala 1956’an de li Amed’ê hatiye dinyayê. Xwendingeha Mamostetîyê li Amedê xwendiye, lê destûrnameya xwe ya mamostetîyê ji Xwendingeha Mamostetîyê ya Akşehîr-Konya wergirtiye. Salekê li Amedê mamostetiya Zimanê Îngilîzî û salekê jî li Zanîngehe Stembol dad xwendiye. Ji ber xebata xwe ya siyasî xwendina xwe temam nekirîye. Di kovara wêjeyî ya Kurdî ya bi navê Tîrêj de bûye koordînatorê giştî. Di Avrêla 1980’yî de derketîye derveyî welêt. Li Dibistana Teknîkî ya Bilind a Kraliyeta Swêdê 3 salan endezyariya kompîturê xwendiye.
Koma Berhevkariyê 20 Çirîya Paşî 2022

John

Muslum Aslan

Helbestvan Muslum Aslan, di sala 1974an de li gundê Hatxê ku girêdayî Nisêbînê ye ji dayîk bûye. Dibistana xwe ya seretayî û ya navîn li Nisêbîne xwendiye û ji ber rewşa siyasî xwendina xwe ya lîseyê nêvcî hiştiye. Hezkirina bapîrê wî ya li hember Cegerxwîn tesîreke mezin li Muslum Aslan kiriye ku berê wî jî daye xwendin û nîvisandina helbestan.Helbest, nivîs û ceribînên wî di kovarên weke Guney, Utopya, Yarati, Tîgrîs, Kovara W, Tîroj, Dilop û gelek kovar û rojnameyên dîtir de hatine weşandin. Heya niha 4 pirtûkên wî hatine weşandin.
Muslum Aslan 26 Çirîya Paşî 2022

John

Menaf Osman

Menaf Osman, di sala 1965an de li Hesekê hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û lîse li wir qedandiye. Piştre li Zanîngeha Şamê, Beşa Jeolojiyê xwendiye. Ji ber xebata xwe ya siyasî di sala 1993yan de li Tirkiyeyê hatiye girtin û cezayê muebedê lê hatiye birîn. Niha jî li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Akhîsar/Manîsa (T-Tipi Kapalı C. Evi-C/20 Akhisar/Manisa) de ye. Ji Frensî û Erebî wergerên wî hene, 7 roman û 2 kitêbê wî yê çîrokan hatine çapkirin; bi tevayî 13 berhemên wı hene.
Koma Berhevkariyê 23 Çileya Paşî 2023

John

Mehsûm Dîma

Mehsûm Dîma, di 1ê Avrêla 1993yan de li Nisêbînê hatiye dinyayê. 8 sala li navçeya Kertwênê ya bi ser Nisêbînê ve dibistan xwendiye. Di 2009an de ji ber sedemên siyasî hat girtin û 38 sal ceza lê hat birîn. Li girtîgehên wek Maltepe, Metrîs T1 û 2, Tekîrdag F-2 û li Kandirayê ma. Hîna jî girtî ye, li girtîgeha Bandirmayê dimîne. Ji gelek xebatên wî yên helbest, çîrok û romanan, 4 pirtûkên wî hatine çapkirin.
Koma Berhevkariyê 23 Çileya Paşî 2023

John

MEM Û ZÎN-Ehmedê Xanî-pirtûka bi deng

MEM Û ZÎN Ehmedê Xanî Pirtûka bi deng Yê dixwîne: Mîran Janbar Derhênerî û muzîk: Mûstafa Gazî Pîyano: Taner Boga Tonmayster: Omer Îçener Cihê amadekirinê: Studyo Serkan-Amed-2013 Weşanxaneya Azad
Koma Berhevkariyê 1 Nîsan 2023

John

Mela Ehmedê Heyderî

Mela Ehmedê Heyderî, edîbê dewreke gelekî zehmet e; dewra dawîya Osmanîyan ku tê de şer û alozî hebû û destpêka serdema Komara Tirkiyeyê ku tê de înkar û qedexe hebû. Helbestvanê muhbet û xurbetê, stêrka veşartî ya edebîyata Kurdî Mela Ehmedê Heyderî di sala 1887an de li nahiyeya Dedeliyê ku niha li ser Patnosê ye û dikevê navbera Patnos û Erdîşê hatîye dinyayê.
Abdurrahman Adak 1 Nîsan 2023

John

Mihemed Emînê Heyderî

Mihemed Emînê Heyderî heft salî li ber destê bavê xwe dest bi xwendina Qur’anê kirîye. Ji ber ku li Tirkî medrese hatibûn girtin, yên li deverên nêzîkî sînor ji bo feqetîyê zarokên xwe bi pirayî dişandin Binxetê(aliyê Sûrî). Mihemed Emîn jî xwendina xwe ya medreseyê li gel Şêx Ebdurezaqê Helêla, Şêx Ebduletîfê Dalînî, Şêx Ehmedê Xeznevî û Şêx Eleeddînê Xeznewî yên li Sûrîyê didomîne.
Koma Berhevkariyê 1 Nîsan 2023

John

Musadiq Tovî

Lêkolîner, nivîskar, Musadiq Tovî di sala 1955an de li gundê dîrokî yê bi navê Bamernê ji dayîk bûye ku bi ser navçeya Amêdîyê ve ye. Malbata wî bi eslê xwe ji gundê Tovê yê Colemêrgê ne yê li quntara Çiyayê Cîlo ye ku niha wêran bûye, paşnavê xwe jî ji wir girtîye. Şerê ku di sala 1961ê de li başûrê Kurdistan dest pê kir û bi taybetî li Amêdîye û derdora wê giran bû, bandor li malbata wî jî kir û di sala 1963yan de koçî Silêmanîyê kirin.
Koma Berhevkariyê 17 Hezîran 2023

John

Mîrza Metîn

Şanonûs û derhêner Mîrza Metîn di sala 1980yî de li devera Serhedê ya Bakurê Kurdistanê, li Qaqizmana Qersê ji dayîk bûye. Bi xwe ji sala 1995an û vir ve ye xerîkî berhemhênana şanoyî ye. Wî di Teatra Jiyana Nûyê û Seyrî Meselê de perwerdeya şanoyê girt û di lîstikan de lîst. Di Konserwatiwara Zankoya Teknîkî ya Stembolê (İTÜ) Beşa Dansên Gelêrî de sê salan xwend, di pey re Zankoya Stembolê, Beşa Rexnegirîya Şanoyê û Dramatûrcîyê, Şaxa Zanista Nivîskarîya Dramatîk kuta kir. Mîrza Metîn beşdarî “New Writing Workshops with the Royal Court” bû û salekê li gel nivîskarên her wekî Zinnie Haris û Mark Revenhill û derhêner Richard Twyman xebitî.
Mîrza Metîn 22 Tebax 2023

John

Mele Nûrûllahê Godîşkî

Mele Nûrûllahê Godîşkî, bi eslê xwe ji gundê Têlanê ye. Têlan îro bi ser Misircê navçeya Sêrtê ve ye. Ji malbata Seyda re dibêjin Mala Şêx Piço. Meqbera Şêx Piço îro li Misircê bi nav û deng e. Seydayê Mele Nûrûllahê Godîşkî ku me ji devê wî bihîstîye di sala 1918an li gundê Xarsê, navçeya Tîlê bi ser Mûşê ji dayîk bûye. Gava Seyda dibe sê mehî bavê wî Mele Ehmed diçe ser dilovanîya xwe. Piştê ku Seyda dimîne sêwî, ji destê began û xulamê wan pir zilm û zorî dibîne.
Koma Berhevkariyê 8 Çirîya Pêşî 2023

John

Mehmet Çaglayan

Mehmet Çaglayan di sala 1923yan de li gundê Ardgunk ya bi ser parêzgeha Mûşê ve hatîye dinyayê. Zarokatîya xwe di medreseya bavê xwe Melle Mistefa Efendi de derbas kirîye. Çaglayanê ku yek ji hiqûqnasên herêmê yê qedirbilind bû, piştî ku demekê li cem bavê xwe xwendina Qur’an, ferheng, rêziman û hevoksazîyê kir, çû Medreseya Norşînê ya Bedlîsê. Li vir li ba şêx Taqîyeddîn û şêx Maşûq ders sitendîye. Piştî neh salan ji perwerdehiya giran a domdar, çûye çar salan leşkerî kirîye...
Koma Berhevkariyê 30 Tebax 2024

John

Mehmet Zahir Ertekîn

Nivîskar, mamoste Prof. Dr. Mehmet Zahir Ertekîn, sala 1976an li gundê Birkê ê bi Şemrexa Mêrdînê ve girêdayî ye ku li ser girekî nola çîyayekî ye, hatîye dinyayê. Ev gund nêzî heftê kîlometreyî dûrî Amedê ye û di şevên tarî de çirûskên karebaya bajarê Amedê ji vî gundî xuya dibe. Kurê melayekî ye û di nava heyşt bira û xwişkekê de di rêza sêyem de ye. Roj û meha ku hatîye dinyayê nayê bîra dêya wî jî. Li gundê xwe dibistana seretayî xwendîye û paşê li Şemrexê dibistana navîn qedandîye...
Koma Berhevkariyê 31 Tebax 2024

John

Mehmed Emîn Bozarslan

Nivîskar, wergêr, lêkolînvan, ferhengsaz Mehmed Emîn Bozarslan, di sala 1935a de, li qeza Diyarbekirê (Amedê) li Lîceyê ji dayîk bûye. Piştî xwendina xwe temam kirîye, dest bi meletîyê kirîye. Dûra li wê herema ku ji dayîk bûye, dest bi muftîtîyê kirîye. Ew, ji alî gelekan ve bi navê ‘Muftî’ dihat naskirin. Lê leqabekî wî yê din jî, ‘Muftîyê Qomunîst’ bûye...
Koma Berhevkariyê 15 Îlon 2024

John

Mervan Serhildan

Di sala 1980yî de, li Enqereyê Zanîngeha Gaziyê beşa ‘Ragihandin û Rojnamegerî’yê qedandîye. Di navbera salên 1976 û 1980yî de li komeleyan û li taxan beşdarî xebatên civakî, siyasî û bîrdozî bûye; her wiha di derheqê mijarên bîrdozî, civakî, siyasî û rêxistinî de li komeleyên Kurd ên li Enqereyê semînerên perwerdeyê dane. Encax piştî darbeyê, ew jî hatiye dîlgirtin; ji aliyê pergala 12ê Îlonê ve bi xedarî hatiye îşkencekirin û bi cezayê darvekirinê hatiye darizandin. Bi biryara Dadgeha Bilind (Daniştay) çûye ser karmendîyê (Midûrîya Karên Rêveberiya Dadgehê)...
Azad Zal 3 Çirîya Paşî 2024

Ev xal li bende we ye, hûn bixwazin bibin alîkar li vir bitikînin…