Ronî Stêrk
Ronî Stêrk ji Qoser a Mêrdînê ji Xursê ye. Zaroktiya wî li Edenê derbas dibe. Ji ber sedemên siyasî neçar dimîne û derdikeve havîbûnê (diyasporayê) û li Almanyayê, li bajarê Bremenê bi cih dibe. Li zanîngeha Carl Von Ossietzkie Universität Oldenburgê ew xwendina xwe (Bachelore û Masterê) diqedîne û dibe zanyarê șêwirmendî û perwerdeyê. Di sala 2014an de dibe mamosteyê fermî li Bremenê û di xwendegeha sereke de waneyên (dersên) zimanê kurdî yê dayikê dide zarokên Kurd
Ronî Stêrk
24 Tebax 2021
Feratê Dengizî
Navê wî di nasnameyê de Mehmet Aydin Alokmen e. Di 30ê Kewçêra 1949an de(Di nasnameyê de 2yê Pûşpera 1950 derbas dibe) li gundê Dengiza ya girêdayî Stewrê ya bi ser Mêrdînê ve ji dayik bûye. Di sala 1971ê de dibe mamosteyê matematîkê û demek dirêj li gelek cîhan mamostetiyê dike. Ji biçûkatiya xwe de têkilî û hezkirina wî li ser Zimanê Kurdî hebû
Feratê Dengizî
29 Tebax 2021
Gernas Koçer
R. Yilmaz ango, Gernas Koçer, ji federasyona eşîra koçerên Dudêran Şemsikî ye.Bihara sala 1968an, êla koçeran dema ber bi zozanê Şax û Miksê ve diçe, Gernas Koçer li herêma Berwarî-Xezxêrê li gundê Hêşeta Berê sipî tê dinyayê
Gernas Koçer
29 Tebax 2021