logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Nivîskar
John

Zera Elî Yûsûpova

Zimanzana Kurd a navdar, doktora zaniyarîya fîlologiyê Profesor Zerê Ûsiv (Zara Aliyevna Yûsûpova), sala 1934a li bajarê Tilbîsê di malbeteke Kurdên êzdî da ji dayik bûye. Malbata wan, salên rev û bezê tevî bi hezara malbatên Êzdî ji herema Wanȇ, ji zulma Roma Reș û olperestên fanatîk reviyaye. Fîlolog û şarezaya diyalektên Kurdî Profesor Zerê Ûsiv ku tevaya jiyana xwe ya zanistî ji bo lêkolînkirina diyalêktên zimanê Kurdî terxan kiribû, li pey xwe zêdetirî 80 berhemên zanistî hiştin.
Eskerê Boyîk 5 Sibat 2022

John

Zeynelabidîn Zinar

Destpêka nivîsandina Zeynelabidîn Zinar a bi zimanê Kurdî, çendî ku di salên 1963-64an de pêşî bi tîpên Erebî çêbûye, di sala 1985an de li Swêdê bi awayekî birêkûpêk hatiye domandin. Pêşî dest bi tîpguhaztina klasîkên Kurmancî kiriye û lêkolîn li ser folklora Kurdî kiriye. Di heman demê de Zinar xwedî û berpirsê Weşanxaneya Pencînarê ye. Herwiha, ji gelek kesan qeset kom kirine û çîrok, stranên di nav van qesetan de jî deşîfre kirine. Ev hemû bi navê Xwençe di 10 cild kitêb de weşandine.
Koma Berhevkariyê 24 Çileya Paşî 2023

John

Şêx Fethullah Werqanisî

Şêx Fethullah Werqanisî alim û nivîskarekî Kurd e. Di 1847an de li Werqanisê hatiye dinyayê û di 1900î de li Bidlîsê, di ‘emrekî gênc de çûye ber dilovanîya Xwedê. Şêx Fethullah Werqanisî weke hemû zarokên malbatên oldar, pêşî dest bi xwendina olî kiriye û li gelek medreseyên Kurdistanê geriyaye, li ba Mele Evdirehmanê kurê Mele Evdilehê Xelîfê Mewlana Şêx Xalidê Dêrezorî xwendîye.
Occo Mahabad 24 Çileya Paşî 2023

John

Cegerxwîn

Hozanê mezin Cegerxwîn, helbestvanê Kurd yê herî mezin yê sedsala 20an tê qebûlkirin. Hîn jî dema behsa helbestvanê Kurd tê kirin, yek ji navê ku herî zêde tê bîra mirovan Cegerxwîn e. Bi nivîsê xwe di warê edebîyat, ziman û çanda Kurdî de xizmeteke gelek mezin kirîye, li ser mijarên cûr be cûr nivîsîye. Di nivîs û helbestê wî de welatparêzî, şoreşgerî, qedirdayîna zanîn û pêşketinê, wekhevîyê hene.
Berhevkar: Eslîxan Yildirim 26 Çileya Paşî 2023

John

Bextîyar Elî

Helbestvan, romannivîs û ronakbîrê Kurd Bextîyar Elî, li bajarê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê di sala 1960î de ji dayik bûye. Li Silêmanîyê xwendina seretayî li dibistana Şêx Selam qedandiye, dûre li dibistana navendî ya Ezmir xwendiye, qonaxa amadeyî jî li dibistana amadeyî ya Helkewt xilas kiriye. Li Zanîngeha Silêmaniyê û pişt re li Hewlêrê, di fakulteya zanistî ya Zanîngeha Selahedîn di beşê Zevînasî Jeolojî de xwendekar bû, lê xwendina xwe ya zanîngehê xilas nekir...
Koma Berhevkariyê 26 Çileya Paşî 2023

John

Deham Ebdulfettah

Nivîskar û rêzimanzan Deham Ebdulfettah, di sala 1942'yan de li gundê Billê ya bi ser bajarê Amûdê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya seretayî, nawendî û amadeyî li dibistan û xwendegehên bajarê Amûdê û Hisîça qedandiye. Derçûyê Zanîngeha Helebê, Beşa Ziman û Wêjeya Erebî ye. Nêzî 25 salan wekî mamosteyê ziman û wêjeya Erebî kar kiriye. Dûra destê xwe ji karmendiyê kişandiye û xwe daye kar û barên zimanê Kurdî...
Koma Berhevkariyê 27 Çileya Paşî 2023

John

Nasir Kemaloglu

Nasir Kemaloglu, di sala 1960an de li Tatosa Erziromê hatiye dine. Dibistana seretayî li gundê xwe, ya navendî jî li Tatosê xwendiye. 1988an de li Amedê, Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Dîcleyê, ji Beşa Zimanê Frensî mezûn bûye. Di qada zimanê Kurdî (taybetî zaravayê Kurmancî) de gellek xebat û lêkolîn kiriye û her wiha gotar û nivîsên wî yên li ser zimanê Kurdî di çend malper û kovaran de hatine weşandin.
Koma Berhevkariyê 27 Çileya Paşî 2023

John

Ramûsan Min Veşartin li Gelîyekî(pirtûk-PDF)-Arjen Arî

Navê Pirtûkê: Ramûsan Min Veşartin li Gelîyekî Nivîskar: Arjen Arî Helbest
Koma Berhevkariyê 1 Nîsan 2023

John

Prof. Dr. Celîlê Celîl

Prof. Dr. Celîlê Celîl di dibistana seretayî de, deh salan li Yêrêvanê (1944-1954) bi zimanê Ermenkî, xwendiye; di pey re, di navbera 1954-1959 li Zanîngeha Dewletê a Yêrîvanê di Fakulteya Dîrokê de berdewam kiriye. Li zanîngehê, di konfêransên komala zanistiyê a xwendekaran de li ser dîrok û çanda Kurdan wek lêkolîner gelek axaftin kirine.
Konê Reş 1 Nîsan 2023

John

Cenga Mişk û Pisîkan(pirtûk-PDF)-Hûtî Aslan

Navê Pirtûkê: Cenga Mişk û Pisîkan Nivîskar: Hûtî Aslan Çîrok
Koma Berhevkariyê 1 Nîsan 2023

John

Mela Ehmedê Heyderî

Mela Ehmedê Heyderî, edîbê dewreke gelekî zehmet e; dewra dawîya Osmanîyan ku tê de şer û alozî hebû û destpêka serdema Komara Tirkiyeyê ku tê de înkar û qedexe hebû. Helbestvanê muhbet û xurbetê, stêrka veşartî ya edebîyata Kurdî Mela Ehmedê Heyderî di sala 1887an de li nahiyeya Dedeliyê ku niha li ser Patnosê ye û dikevê navbera Patnos û Erdîşê hatîye dinyayê.
Abdurrahman Adak 1 Nîsan 2023

John

Serdar Roşan

Nivîskar, wergêr, helbestvan, çîroknivîs Serdar Roşan di sala 1958an de li Licê ji dayik bûye. Li Diyarbekir di sala 1979an de Enstîtuya Perwerdeyî, Beşa Zanînên Civakî qedandîye. Piştî derbeya eskerî ya 12ê Îlonê ji welêt derketîye û di sala 1982yan de çûye Swêdê. Ji wê salê û vir de li Stokholmê dijî. Him çîrokan û him jî helbestan dinivîse, lê di warê wergerê de pir xebat kirîye.
Koma Berhevkariyê 1 Nîsan 2023

John

Mihemed Emînê Heyderî

Mihemed Emînê Heyderî heft salî li ber destê bavê xwe dest bi xwendina Qur’anê kirîye. Ji ber ku li Tirkî medrese hatibûn girtin, yên li deverên nêzîkî sînor ji bo feqetîyê zarokên xwe bi pirayî dişandin Binxetê(aliyê Sûrî). Mihemed Emîn jî xwendina xwe ya medreseyê li gel Şêx Ebdurezaqê Helêla, Şêx Ebduletîfê Dalînî, Şêx Ehmedê Xeznevî û Şêx Eleeddînê Xeznewî yên li Sûrîyê didomîne.
Koma Berhevkariyê 1 Nîsan 2023

John

Musadiq Tovî

Lêkolîner, nivîskar, Musadiq Tovî di sala 1955an de li gundê dîrokî yê bi navê Bamernê ji dayîk bûye ku bi ser navçeya Amêdîyê ve ye. Malbata wî bi eslê xwe ji gundê Tovê yê Colemêrgê ne yê li quntara Çiyayê Cîlo ye ku niha wêran bûye, paşnavê xwe jî ji wir girtîye. Şerê ku di sala 1961ê de li başûrê Kurdistan dest pê kir û bi taybetî li Amêdîye û derdora wê giran bû, bandor li malbata wî jî kir û di sala 1963yan de koçî Silêmanîyê kirin.
Koma Berhevkariyê 17 Hezîran 2023

John

Fatma Savci

Helbestvan Fatma Savci di sala 1974an de, li gundê Girêmîra ku bi ser Nisêbînê ve ye, hatîye dinyayê. Lê bi eslê xwe ji gundê Hêştrekê ye ku girêdayî Midyadê ye. Dibistana seretayî li Girêmîra xwend. Di şazdeh salîya xwe de bû aktivîst û tevî têkoşîna azadîya Kurdistanê bû. Di 1992yan de, ji bo raman û çalakiyên xwe yên siyasî hat girtin. Ji bo di dadgehê de parastina doza xwe bi Kurdî kir, cezayê wê girantir bû û panzdeh sal ceze danê.
Jîyar Cîhanferd 18 Hezîran 2023

John

Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan(pirtûk-PDF)-Konê Reş

Navê Pirtûkê: Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan Nivîskar: Konê Reş Weşanxaneya Azad, 2013
Koma Berhevkariyê 30 Hezîran 2023

John

Sabîr Ebdulahîzad

Hiqûqnas û wergêr Sabîr Ebdulahîzad (Saber Abdollahizad) di sala 1986an de li gundê Dizê a ser bi navçeya Mirgewera Ûrmîyeyê hatîye dinyayê. Dibistana seretayî, dibistana navîn û lîse li wê navçeyê xwendîye. Sala 2009an li Ûrmîyeyê fakulteya hiqûqê qedandîye. Piştre sala 2011ê ji bo berdewamkirina xwendina xwe diçe bajarê Tehranê dest bi xwendina lîsansa bilind a hiqûqa navnetewî dike. Sala 2014an wekî xwendekarê doktoraya Hiqûqa Navneteweyî li Zanîngeha Hemedanê tê wergirtin û di heman salê de li Zanîngeha Mihabadê dest bi dersdêrîya hiqûqê dike.
Sabîr Ebdulahîzad 10 Tîrmeh 2023

John

Îzedîn Naso

Nivîskar Îzedîn Naso (Izzeldin Nasso) di 15.11.1948an de li gundê Bênê, navçeya Robariya ser bi qezaya Efrînê, Çiyayê Kurmênc / Rojavaya Kurdistanê hatiye dinê. Di sala 1970yî de li Helebê bawernameya Bakaloriya wergirtîye. Ji bo xwendinê di Çirîya Pêşî(Kewçêr) 1971ê de çûye Berlîna Rojava / Almanya.  Xwendina bakaloriyus û mastera xwe ya di warê Teknologîya Kompûter û Îdareya Zaniyarîyan de li Almanya qedandîye.
Îzedîn Naso 15 Tîrmeh 2023

John

Dilawer Zeraq

Nivîskar, lêkolîner û wergêr Dilawer Zeraq, di sala 1965an de li Farqînê ji dayika xwe re çêbûye. Piştî ku xwendina xwe a seretayî, navîn û lîse li Farqînê bir serî, di sala 1985an de li Amedê, Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehîyê Beşa Matematîkê kuta kir. Ji sala 1996an bi vir de ye bi Kurdî çîrok û romanan û di warê zimannasî û rexneya wêjeyê de gotaran dinivîse. Digel ku berhevkarîya biwêjên Kurdî dike, pê re jî, li ser rênîşa Kurmancî, etîmolojî û standardîzasyona Kurmancî xebatên lêkolînî dike û gotaran dinivîse.
Dilawer Zeraq 16 Tîrmeh 2023

John

Hesen Silêvanî

Nivîskar, helbestvan Hesen Silêvanî, di sala 1957an de li gundê Tirkija, di danika geliyê Zaxo ji dayik bûye. Piştî şikestina şoreşa kurdî di sala 1975an de, li başûrê Kurdistanê, hukumeta Îraqê gundên wan şewitandin û Ereb anîne şûnê. Lewra ew ji neçarî ber bi bajarê Mûsilê çûn. Derçûyê peymangeha teknîkî ya Resasafe ye-Bexda sala 1979. Derçûyê Kulîja Adabê ye -Pişka Edebê Îngilîzî- li Zankoya Duhok, sala 2006. Serokê Yekîtiya Nivîserên Kurd e li Duhokê ji sala 2001 heta niha. Xwedanê îmtiyaza Kovara Peyv e, Kovara Yekîtiya Nivîserên Kurd-Duhok.
Koma Berhevkariyê 8 Tebax 2023

John

Rewşen Bedirxan

Rojnameger û nivîskar Rewşen Bedirxan, di 11ê Temmûza 1909an de li Qeyserîyê hatîye dinyayê. Bavê wê Salih Bedirxan ji alî Dewleta Osmanî ve surgunî Qeyserîyê bibû û li wir weke gerînendeyê tehrîratê dixebitî. Ew ji rex bav ve, dibe Rewşena Salihê Mehmûdê Salih (birayê Mîr Bedirxan), ji rex dê ve jî Rewşena Samiya Bedrî Paşa (kurê Mîr Bedirxan). Wek ku tê zanîn, Bedirxanî di dîroka gelê Kurd de, xwedî cihekî bilind û taybet in, çi di warê xebat û bizava netewî de û çi di warê wêje û rewşenbîrîya Kurdî ya giştî de. Rewşen Bedirxan jî bi çanda wê malbatê ya Kurdewar mezin bûye û heya dawîya jiyana xwe di vî warî de xebitîye.
Koma Berhevkariyê 15 Tebax 2023