Cewad Mella
Ez li Şamê di sal 1946 de ji dayik bûme, ji malbateke kurdperwer û têkoşer im, ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem ew ji Bakurê Kurdistanê "Kurdistana Tirkiyê" koçberî Sûriyê bûne. Bapîrê min î mezin Mella Mihemed misilmanekî dîndar û welatparêz bû û heta roja îro ew mizgefta ku wî avakirî li gundê Beydewanê li navçeya Diyarbekirê (Amedê) sekiniye.
Bavê min hevalê nêzîk û xweşewîst ê Mîr Celadet Bedirxan û endamê tevgera Xoybûn (Serxwebûn) bû...
Dr. Cewad Mella
8 Çirîya Paşî 2021
Dr. Zerdeşt Haco
Zerdeşt Haco lawê Mihyedînê Usivê Haco û Şefîqa Elîyê Hisên e. Di roja 10.03.1950î de li gundê Ala Reşa ji dayik bûye. Di sala 1955an de mala wan ji Ala Reşa tê Tirbespîyê. Di malek ku pirtûkên Weşanên Xoybûnê, pirtûkên Mir Celadet û Mîr Kamiran Bedirxan û yên Cegerxwîn, yên ku di Xoybûnê de rêhevalên bapîrê wî Haco bûn dihatin parastin û xwendin mezin bûye. Li hin gundên Mala Haco, weke li gundê Kêlhesenakê şagirtan sibehê berî ku derbasî xwendegehê bibin, bi dengekî bilind helbesta Cegerxwîn “Her Bjîn Al û Keyî” dixwendin. Kesayetiya Zerdeşt Haco li ser vê bingehê şikil ştendiye. Hê di zarokatîya wî de bavê wî hin helbestên Cegerxwîn pê dabûn jiberkirin û gava mêvan dihatin, ji wan re dixwendin.
Mehmet Saît Arzû
17 Tebax 2021
Samî Tan
Samî Tan di sala 1965an da li gundê Axçelîyê yê bi ser navçeya Kolikê ya Semsûrê ve çavên xwe li vê cîhana gewrik vekirine. Xwendina xwe ya seretayî, navincî û amadehî li bajarê Mersînê kuta kiriye. Di sala 1986an da li Zanîngeha Bogazîçî di beşa dîrokê da dest bi xwendina bilind kiriye. Lê belê ew beş nîvçe hiştiye, di sala 1992yan da pêşî bi pardemî li Rojnameya Yenî Ulkeyê, paşê di tîrmeha1993yan da bi awayekî profesyonel di Rojnameya Welat da dest bi rojnamegerîya kurdî kiriye.
Samî Tan
21 Sibat 2021
Konê Reş
Konê Reş; rewşenbîr, nivîskar û helbestvanekî Kurd e. Di malbateke kurdperwer, zimanhez û rewşenbîr de mezin bûye. Ji mêj ve hez ji ziman, folklor û toreya gelê xwe kiriye. Gelek berhem û gotarên wî di kovar û rojnameyên Kurdistanî de hatine weşandin û gelek pirtûkên wî hatine çapkirin. Û bi şêweyekî serketî li her çar perçeyên Kurdistanê hatiye naskirin...
Konê Reş
24 Çirîya Pêşî 2021
Mûsa Anter
Mûsa Anter di sala 1920an de li gundê Zivingê yê girêdayî Stilîlê yê li ser navçeya Nisêbînê ji dayik bû. Wî hêj di temenekî piçûk de bavê xwe winda kir û li ber destên dayika xwe ku muxtara gund bû, mezin bû. Diya wî Fesla Anter, muxtara jin ya ewil bû di Dewleta Tirkiyê de. Apê Mûsa dibistana xwe ya seretayî li Mêrdînê û ya navîn û lîse li Edenêyê qedandiye...
Koma Berhevkariyê
25 Çirîya Pêşî 2021
Rêşad Sorgul
Nivîskar, pêşkêşvanê televîzyonê û rojnamevan Rêşad Sorgul di sala 1968an de li navçeya Çinarê ya Amedê li gundê Qerqatkê ji dayik bû. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Amedê xwend. Ji zaroktiya xwe heta ji welêt derket cotkarî kir. Di sala 1991ê de çû paytexta Misirê Qahîreyê. Sê salan li Qahîreyê ma. Salekê li zanîngeha Bêyrûdê şaxê Iskenderiye Beşa Hiqûqê xwend. Du salan jî li Zanîngeha el-Azherê Beşa Dîrokê xwend. Di îlona sala 1994an de ji Qahîreyê derket. Piştî çar mehan xwe gihand bajarê Hannoverê yê Almanyayê. Du salan di derxistina kovara Baweriyê de xebitî. Di gulana sala 1997an de li MED TVyê dest bi xebatê kir. Paşê li Medya TV, Roj TV, Nûçe TV, Newroz TV û Ronahî TVyê xebitî. Niha jî li Stêrk TVyê dixebite...
Rêşad Sorgul
29 Çirîya Pêşî 2021
Ozlem Belçîm Galîp
Ozlem Belçîm Galîp, li Zanîngeha Oxfordê yekem kes bû ku dersên zimanê Kurdî da destpêkirin. Herwiha bi Abidin Parilti re kitêba bi navê “Kürt Romanı Okuma Kılavuzu” (Rêbera Xwendina Romana Kurdî) amade kir. Wê demê di rojname û kovarên Tirkî de li ser pirtûkê gelek nivîs û şîrove hatin nivîsîn. Galip, niha li heman zanîngehê xebatên xwe yên li ser edebiyat û romana Kurdî û Ermenî didomîne. Herwiha xebat û lêkolînên wê yên li ser jinên Kurd ên penaber jî dewam dikin...
Ozlem Belçîm Galîp
31 Çirîya Pêşî 2021
Roza Metîna
Roza Metîna, li Gundê Fitnê yê Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Dibistana seretayî, navîn û ya amadekariyê li Dêrikê qedand. Li Zanîngeha Stenbolê û Dîcleyê Beşa Gihaştina Zarokan qedand. Li Zarok Tv’yê bernameya Fêrgeh, li Stêrk Tv’yê Bernameya Nûjen pêşkêş kir. Niha li Jin Tv’yê bernameya Teşiya Wêjeyê pêşkeş dike. Di 2016an de bi çîroka xwe ya bi navê ‘Keziyên Ji Bêhna Şitlên Rihanê’ Xelata Festîvala Sêyemîn a Kurteçîrokên li Rojavayê Kurdistanê girt. Di 2017an de di 25emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî de di beşa çîrokên Kurdî de bi çîroka xwe ya ‘Têkoşîna Tîpên Qedexe’ xelata yekemîn girt
Roza Metîna
18 Tebax 2021
Amed Tîgrîs
Nivîskar û mamosteyê zimanê Kurdî Amed Tîgrîs, li Licê ya Amedê di sala 1948an ji dayik bûye. Tîgrîs, ji taxa Qerehesen ji goma Xicîgan e. Li Licê dibistana seretayî û li Erxaniyê jî dibistana mamostetiyê xwendiye. Piştî dibistana mamostetiyê, çend sal li gundên Cinezûr û Şêxana Licê mamostetî kiriye...
Koma Berhevkariyê
23 Çirîya Pêşî 2021
Cemal Ozçelîk
Cemal Ozçelîk (1966), ji Dêrika Çiyayê Mazî ye, li Zanîngeha Bernê Beşa Arkeolojî û Etnolojîyê xwendiye. Ev çend sal in xebatên wî li ser çanda Girê Mirazan berdewam dike. Li ser vê mijarê heta niha du rêzepirtûkên wî hatine çapkirin û ev xebat û lêkolîn hîn jî bi berfirehî têne meşandin. Ji bilî vana çar pirtûkên wî yî din jî hatine weşandin. Ji vana du pirtûkên pexşanê ne; yek helbest û yek jî roman e. Jiyana xwe li Bernê berdewam dike û karê wergerê bi zimanên Almanî, Kurdî û Tirkî dike...
Cemal Ozçelîk
20 Çirîya Paşî 2021
Emîn Narozî
Emîn Narozî di sala 1951ê de li gundekî Batmanê bi navê Gundikê Qêre hatiye dinê û destpêka xwendina xwe ya medresê li gundê xwe û yên herêmên Batman, Sêrt, Mêrdîn û Diyarbekirê xwendiye. Ew li van medreseyên cihê gerîyaye heya ku xwendina zimanê Erebî qedandiye û pê re jî hinek ji kitêbên bi zimanê Kurdî bi tîpên Erebî xwendiye...
Emîn Narozî
22 Çirîya Paşî 2021
Zana Farqînî
Zimannas Zana Farqînî, di sala 1967’an de li gundê Baqûza Farqînê ya Amedê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn li bajarê Farqînê qedandine. Dibistana amadehiyê (lîseyê) û zanîngeh li Stenbolê xwendine: Derçûyê Beşa Civaknasiyê (sosyolojiyê) ye. Di sala 2018’an de jî li ser ziman û çanda Kurdî master kiriye.
Zana Farqînî
1 Çileya Pêşî 2021
Seîd Rezvanî
Navê min, Seîd Hecî Sedîq Zaxoyî ye, Ez di sala 1944ê, li taxek ji yên Zaxo yên kevin, bi navê Gereka Rûta ji dayik bûme. Ji binemaleka Zaxo yên kevnarim ya bi navê "Rezvan" lewra diêm bernasîn bi “Seîd Rezvanî”. Min qunaxa seretayî û amadeyî ya xwendina xwe li Zaxo bi dawî anîye, derçûyê xula perwerda mîsil im li sala 1963. Di sala 1965ê ez bûme mamoste, li gelek dibistana hatim veguhastin, paşî sala 1975ê bûme rêveberê Qutabxana Zozan ya seretayê li Zaxo, li dumahiyê hatim veguhastin bo navçeya Zaxo.
Seîd Rezvanî
4 Çileya Pêşî 2021
Firat Cewerî
Firat Cewerî bi eslê xwe ji Dêrika Çiyayê Mazî ye. Di destpêka salên heftêyan de koçî Nisêbînê kir û di sala 1980 de jî terka welêt kir û li Swêdê bi cih bû. Sebeba derketina wî bi kurdînivîsandina wî bû. Ji ber ku ew bi salên xwe ên naşî hogirî nivîsandina Kurdî bûbû û bi zimanê xwe ê qedexe, bi dizî dinivîsand. Gava wî dest bi nivîsê kiribû, ji ber qedexeya li ser zimanê Kurdî, heta hingî, piştî avakirina komara Tirkiyê, tenê 9 kitêbên bi Kurdî derketibûn. Wî bi dizî dinivîsand, helbestên xwe di defterekê de dicivand û gava leşker û polisan ji xafil de digirtin ser malê, wî deftera xwe divirvirand ser diya xwe û diya xwe jî dikir şirîkê tirsa xwe.
Firat Cewerî
28 Çileya Paşî 2022
Occo Mahabad
Occo Mahabad helbestvan, bernamenûs, wergêr û nivîskarekî Kurd e. Di sala 1977an de li Wanê hatiye dinê. Piştî Zanîngeha Stembolê diqedîne dest bi nivîsandinê dike. Di kovarên wekî Çirûsk, Asiva, Pengav de nivîs û helbestên wî hatine weşandin, di çend malperan de nivîskarî kiriyê û hîn jî dike. Pirtûka wî ya yekem Helbestên Dînik e. Ji xêynî helbestan ji bo fîlmên biyanî binnivîs amede kirine, pir filmên biyanî wergerî Kurdî kiriye.
Occo Mahabad
8 Çirîya Paşî 2022
Omer Fîdan
Omer Fîdan, li Pasûra Amedê hatiye dinyayê. Piştî ku dibistanên seretayî, navîn û amadehiyê li Amedê xwendine, ji bo zanîngehê çûye Edeneya Tirkiyeyê da ku beşa Mamostetiya Zimanê Îngilîzî bixwîne. Di heyama sala dawîn a zanîngehê de ji bo ku li ser Kurdî bixebite vegeriyaye Amedê û li Enstîtuya Kurdî ya Amedê dest bi xebatê kiriye. Di navbera salên 2004 û 2011an de li Enstîtuya Kurdî ya Amedê peywirên wek endametiya desteya rêvebir, berpirsiyariya beşa weşanê û serokatî pêk anîne...
Omer Fîdan
11 Çirîya Paşî 2022
Silava Bajariyan(pirtûk-pdf)
Pirtûka çîrokan ya bi navê “Silava Bajariyan” ya nivîskar Menaf Osman ji 23 çîrokan pêk tê, navê çîrokan wiha ne: Xelef, Suret, Xeydoke, Çeme Reş, Wenekeşe Dildar, Badîno, Xewna Misto Bi Ave De Çu, Sîno, Felemez, Gule, Dilhevalekî Birîndar, Xewn, Cegerxwîn, Evdal, Silava Bajariyan, Mîrzo, Çuko, Çaven Nalîne, Lawe Şeve, Bawer, Poşman Mebe, Hindik, Wesoke
Menaf Osman
13 Çirîya Paşî 2022
Osman Sebrî
Nivîskar, helbestvan, wergêr û tekoşer Osman Sebrî, 5ê Rêbandana 1905an li bakurê Kurdistanê, li gundê Narincê ya bi ser navçeya Kolikê ya şarê Semsûrê ve ye ji dayik bûye. Bavê wî, serokeşîrê Mirdêsiyan bû. Navê bavê wî Sebrî, navê diya wî Emîne ye. Di bîranînên xwe de Osman Sebrî li ser eşîra xwe dibêje; “Eşîra me Mirdês beşek ji emareta Mirdês e ku sernîveka wî bajarî Egilê bûye. Piştî qelsî û jihevdeketina emareta mîrekan her yekî aliyekî emaretê bi navê eşîrê xistiye bin destê xwe. Ji kalê min Mihemed ku tevî eşîra xwe (Mirdêsê Gawestî) hatiye erdê ku îro bi Mirdêsan hatiye nasîn, heya digehe min, em neh bav di wî erdî de rûniştine.”
Koma Berhevkariyê
14 Çirîya Paşî 2022
Mûrad Ciwan
Mûrad Ciwan nivîskar û siyasetmedarê Kurd e. Ciwan di sala 1956’an de li Amed’ê hatiye dinyayê. Xwendingeha Mamostetîyê li Amedê xwendiye, lê destûrnameya xwe ya mamostetîyê ji Xwendingeha Mamostetîyê ya Akşehîr-Konya wergirtiye. Salekê li Amedê mamostetiya Zimanê Îngilîzî û salekê jî li Zanîngehe Stembol dad xwendiye. Ji ber xebata xwe ya siyasî xwendina xwe temam nekirîye. Di kovara wêjeyî ya Kurdî ya bi navê Tîrêj de bûye koordînatorê giştî. Di Avrêla 1980’yî de derketîye derveyî welêt. Li Dibistana Teknîkî ya Bilind a Kraliyeta Swêdê 3 salan endezyariya kompîturê xwendiye.
Koma Berhevkariyê
20 Çirîya Paşî 2022
Dîlan Şewqî
Dîlan Şewqî di sala 1970yî de li bajarê Serê Kaniya Rojava ji dayik bûye. Xwendina xwe ya Dibistanê heya pola duwazdeha li bajarê xwe tamam kiriye. Dîlan Şewqî di bin bandora welatperweriya bavê xwe de bû. Bavê wan tim û tim ji zarokê xwe re helbestê seydayê Cegerxwîn dixwendin û behsa şoreşan û raperînên Kurdan dikirin. Ev dihişt ku zarok bi hestê kurdayetiyê mezin bibin û Dîlan Şewqî bêhtir embara xwe ya çandeyî û ya edebiyatê têr bike.
Dîlan Şewqî
24 Çirîya Paşî 2022
Muslum Aslan
Helbestvan Muslum Aslan, di sala 1974an de li gundê Hatxê ku girêdayî Nisêbînê ye ji dayîk bûye. Dibistana xwe ya seretayî û ya navîn li Nisêbîne xwendiye û ji ber rewşa siyasî xwendina xwe ya lîseyê nêvcî hiştiye. Hezkirina bapîrê wî ya li hember Cegerxwîn tesîreke mezin li Muslum Aslan kiriye ku berê wî jî daye xwendin û nîvisandina helbestan.Helbest, nivîs û ceribînên wî di kovarên weke Guney, Utopya, Yarati, Tîgrîs, Kovara W, Tîroj, Dilop û gelek kovar û rojnameyên dîtir de hatine weşandin. Heya niha 4 pirtûkên wî hatine weşandin.
Muslum Aslan
26 Çirîya Paşî 2022