logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê

Di derbarê KURD û KURDISTANê de


HIN MIJARÊN SEREKE

Zera Elî Yûsûpova
Zimanzana Kurd a navdar, doktora zaniyarîya fîlologiyê Profesor Zerê Ûsiv (Zara Aliyevna Yûsûpova), sala 1934a li bajarê Tilbîsê di malbeteke Kurdên êzdî da ji dayik bûye. Malbata wan, salên rev û bezê tevî bi hezara malbatên Êzdî ji herema Wanȇ, ji zulma Roma Reș û olperestên fanatîk reviyaye. Fîlolog û şarezaya diyalektên Kurdî Profesor Zerê Ûsiv ku tevaya jiyana xwe ya zanistî ji bo lêkolînkirina diyalêktên zimanê Kurdî terxan kiribû, li pey xwe zêdetirî 80 berhemên zanistî hiştin.
Cegerxwîn
Hozanê mezin Cegerxwîn, helbestvanê Kurd yê herî mezin yê sedsala 20an tê qebûlkirin. Hîn jî dema behsa helbestvanê Kurd tê kirin, yek ji navê ku herî zêde tê bîra mirovan Cegerxwîn e. Bi nivîsê xwe di warê edebîyat, ziman û çanda Kurdî de xizmeteke gelek mezin kirîye, li ser mijarên cûr be cûr nivîsîye. Di nivîs û helbestê wî de welatparêzî, şoreşgerî, qedirdayîna zanîn û pêşketinê, wekhevîyê hene.
Şerefname(pirtûk-pdf)
Şerefxanê Bedlîsî, kitêba Şerefnameyê wek du cildan nivîsandiye. Cilda yekemîn ya ku dîroka Kurdistan e di dawiya meha zulhîcceya sala 1005ê koçî (13yê Tebaxa sala 1597ê zayînî) qedandiye. Nusxeya destxeta Şerefxan bi xwe bi Farisî ye, 246 rûpel e û niha di Kitêbxaneya Bodleian a Zanîngeha Oxfordê de, di bin reqema 312an de qeyitkirî ye. Bi bîst tabloyên bi nirx yê ku wî bixwe çêkirine hatiye xemilandin û her yek ji wan tabloyan bûyerek dîrokî îzah dike. Şerefxan, nivîsandina cilda duduyan jî di meha Gulana sala 1599ê zayînî de tamam kiriye. Ev cilda han jî li ser bûyerên dema sultanên Osmaniyan û hukumdarên Îran û Tûranê ye. Loma ev kitêb di warê dîroka siyasî, çandî, civakî de çavkaniyek pir girîng e ji bo Kurdistan, Dewleta Osmanî, Îranê û derdora wan...
Mehmet Oncu
Mehmet Oncu, di sala 1961’an de li Taxa Xarxarê ya Semsûrê, ji dayik bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li Semsûrê xwendiye û ji Zanîngeha Anadoluyê, ji Beşa Kargêriyê mezûn bûye. Folklornas, lêkolîner, helbestk

ARMANC Û RÊBAZÊN AMADEKARIYA ANSIKLOPEDIYA KURDISTAN

Dembaş Xwendevanên Hêja ev malpera AmadekariyaAnsiklopediya Kurdistan e, wê di derbarê Kurd û Kurdistan de hertişt tê de hebe; dîrok, cografya, çand û huner, wêje... Niha em di destpêka vê xebatê de ne, em hêvî dikin bi demê re bi alîkariya we xal bi xal bê dagirtin û tekûz bibe.Çi kesê ku xwedî xebat û lêkolînan be, dikare di xala pisporiya xwe de ji me re agahiyên xwe binivîse; piştî kontrolkirina ji aliyê komîteyên pêwendîdar ve, heke hat erêkirin em ê li ser navê xebatkarê ku dokuman şandiye xalê di malperê de bicih bikin. Bi mebesta dewlemendkirina xalan bi demê re dibe ku hin lêzêdekirin an guhertin di xalan de bêne kirin. Wek ku tê zanîn, Kurdistan di nav sînorên çar dewletan de hatiye payêkirin û hîn negihaye azadiya xwe. Loma piraya berhemên di derbarê dîroka Kurdan de ji aliyê serdestan ve ya hatine windakirin, ya hatine bincilkirin û dîrokek çewt ya Kurdan ku li gora berjewendiyê xwe afirandine danîne ber raya giştî û di dibistanên xwe de jî didin xwendin. Di heman demê de çand û dîroka Kurdan dizîne û gelek nirxê wan ji xwe re kirine mal. Heya niha derfet û îmkan rê nedaye xebata ansiklopediyeke berfireh, lê niha bi îmkanên ku teknîk raxistine ber me, em dikarin bi hevkarî vê xebatê bimeşînin. Em li ku derê dinyayê bin bela bibin, em karin xwe bigihînin hev û zanînên xwe bi hev re payê bikin. Dema di malperê de hûn têkevin beşa Têkilî de, hûn dikarin nivîs, sûret û vîdeoyên bi xalên pisporiya xwe ve girêdayî ji me re bişînin.Çi nivîsên ku bê şandin wê bê xwendin û nirxandin, piştî kontrolkirinê heke bi zanistî hatibe amadekirin û ji çavkaniyên di warê ilm de xwedî cihekî qebûlbûyî be, wê di xalê pêwendîdar de werin bicihkirin
John

Dîrok

John

Esededîn Şêrkoh

Ebû-l-Haris Şêrkohê [m 564/1168-69] kurê Şazî/Şadîyê kurê Merwan ku bi bernavkê Melîk el-Mensûr Esededîn bi nav kirîye, apê Sultan Selahedîn e. Bavê wan Şadî ku yek ji giregirên Kurdên Rewadî yên herêma Divînê bûye, Mucahîdedîn Behrûzê esayîşgêrê Bexdayê yê berê li Divînê di nav wan de dostanîyeke germ hebûye Şadî vexwendiye Bexdayê. Ew jî bi herdu kurên xwe Necmedîn Eyûb û Esededîn Şêrkoh ve ji Ecdeneqana devera Divîna ku dikeve dawîya tixûbê Azerbaycanê yê hêla Gurcîstanê û navçeya Aranê/Erranê, derketîye û çûye Bexdayê cem Behrûz. Demek piştre, piştî pêşwazîyeke germ û qedirdaneke zahf wî ji dêla xwe ve ew bi dizdarî danîye ser mîrgeha xwe ya Tikrîtê...


Zêdetir Bixwînin

John

MÎREKTÎYA XÎZANÊ

Navend û paytexta vê mîrektîyê bajarê Xîzanê bû. Xîzana ku paytext bû nêzî Xeydayê ye û êdî bi qasî gundekî ye. Li vî bajarê kevn ê ku aniha xerabe ye, sûreke dîrokî heye û li ser qadeke mezin ava ye. Lewma ji vir re “Nava Sûrê”jî tê gotin. Ednîgarîya Mîrektîya Xîzanê bi der û dora xwe ve ji tixûbê xwe yê niha yê bajarê Xîzan(Hîzan)ê pir firehtir e. Erdnîgarîya vê herêmê ji başûrê Gola Wanê bigre heta tixûbê Cizîra Botan dirêj dibe. Mîrektîya Xîzanê bi çar alîyê xwe ve bi mîrektîyên Kurdan ên din ve cînar bû. Li alîyê wê yê bakûr û rojava, Mîrektîya Bidlîsê hebû. Li alîyê wê yê başûr îrektîya Cizîra Botan, li alîyê wê yê rojhilat Mîrektîya Miksê cih digirt.


Zêdetir Bixwînin

John

Dewleta Fedlawî (Hezarhespî) / 1156-1423

“Kurê Mihemmedê kurê ‘Eliyê kurê Ebû’l-Hesenê Fedlawî” Ebû Tahir, piştî bi alîkariya Atabeg Sûngûr piştsitûr bû, xwe gîhande ser sinorê Loristanê û carna bi şer, carna bi aştî, carna bi siyaset, hinek caran bi zor û zordarî û gelek caran jî bi nermî karîbû dest dayne ser axa Loristanê. Dema ku gihîşt desthilatdariyeka mezin, di sala 1156’ê de, alaya serxwebûnê hilda û bi vî awayî Dewleta Fedlawî ya Kurd hat avakirin...


Zêdetir Bixwînin

John

Şerefname(pirtûk-pdf)

Şerefxanê Bedlîsî, kitêba Şerefnameyê wek du cildan nivîsandiye. Cilda yekemîn ya ku dîroka Kurdistan e di dawiya meha zulhîcceya sala 1005ê koçî (13yê Tebaxa sala 1597ê zayînî) qedandiye. Nusxeya destxeta Şerefxan bi xwe bi Farisî ye, 246 rûpel e û niha di Kitêbxaneya Bodleian a Zanîngeha Oxfordê de, di bin reqema 312an de qeyitkirî ye. Bi bîst tabloyên bi nirx yê ku wî bixwe çêkirine hatiye xemilandin û her yek ji wan tabloyan bûyerek dîrokî îzah dike. Şerefxan, nivîsandina cilda duduyan jî di meha Gulana sala 1599ê zayînî de tamam kiriye. Ev cilda han jî li ser bûyerên dema sultanên Osmaniyan û hukumdarên Îran û Tûranê ye. Loma ev kitêb di warê dîroka siyasî, çandî, civakî de çavkaniyek pir girîng e ji bo Kurdistan, Dewleta Osmanî, Îranê û derdora wan...


Zêdetir Bixwînin

Çand û Huner

John

Ahmet Guneştekîn

Hunermendê navnetewî yê Kurd Ahmet Guneştekîn, di sala 1966an de li Batmanê(Êlihê) ji dayik bûye. 5 birayê wî yê jê mezintir û xuheke wî heye.  4-5 salî, yanî  hîn neçûbû dibistanê dest bi resmê kirîye. Dema çûye dibistanê jî wêneyên ku çêdikirin bal kişandîye. Di 1973yan de, di sêyemîn sinifa dibistana seretayî de xelata xwe ya pêşîn stendîye. 1981ê de pêşangeha xwe ya pêşî vekirîye. Pirrengîya çanda Kurdistan bûye bingeha hunera wî; axilbe destan, çîrok û stranên dengbêjan bandoreke mezin lê kirine û ev xwe di hunera wî de jî dide der...

Zêdetir Bixwînin

John

Zara(Zerîfe) Paşayevna Mogoyan

Hunermend û aktrîsa navdar a Kurd Zara yan jî Zerîfe Paşayevna Mogoyan di 26ê tîrmeha 1983yan li Lenîngradê ji dayîk bûye. Li Moskow a Rusyayê dijî. Zara heta niha deh albûmên stûdyoyê tomar kiriye û çend carî Xelata Gramofona Zêrîn, dîplomeyên festîvala televîzyona Rûsî ya Pesnya goda wergirtîye. Wek lîstikvan Zara bi rolên xwe yên di rêzefîlmên "Streets of Broken Lights" (2001), "Spetsnaz 2" (2004) û "Favorsky" (2005) û fîlmên dirêj "Pushkin. The Last Duel" û "White Sand" de tê naskirin...

Zêdetir Bixwînin

John

Omîd Kurdistanî

Omîd Kurdistanî, di sala 1963yan de li Tehranê/Îran hatîye dinyê. Li Tehranê dibistana Andishe Don Bosco, ku dibistaneke Îtalî bû xwendîye. Dema ku Kordestanî zarokatîya xwe ya li Tehranê radixe ber çavan, metropoleke tijî çand û olên cihê ku bihevre dijîn vedibêje. Diya wî hemşîre, bavê wî endezyar bû. Piştî mirina bavê xwe ya di 1976an de, ketin lêgerîna ku herin dervî welêt. Li Îranê rewş roj bi roj xerabtir dibû û bûyer zêde dibûn. Di sala 1978an de Kordestanî, birayê wî yê biçûk û diya wî, li pey hevalên malbatê çûne Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê û li Kalîfornîyayê bi cih bûne. Yanî di xortanîya xwe de derbasî Geliyê Siliconê bû, cihê ku bi teknolojîya xwe bi nav û deng e.

Zêdetir Bixwînin

John

Xecê Şen

Nivîskar Xecê Şen, di sala 1980an de li gundê Reşîneyê ku li ser Dihêya Sêrtê ye hatîye dinyayê. Di sala 1992yan de ji ber polîtîkayên koçberkirinê ji gundê xwe derdikevin û koçî bajarê Aydinê dibin. Nivîsên wê di kovara W, kovara Destarê Kurdî û rojnameya Azadiya Welat, E-rojname û Rojnameya Star Morning ya Îngîltereyê de hatine weşandin. Sê berhemên wê yên bi navê Hûmîtra, Felsefeya Hûnerê ya Mêhrî-Mîtrayî,  Lîlan Be Dil-helbest û Stêrkên Azadîyê hevpeyvîna bi jinên zindanan re pêk anîye.

Zêdetir Bixwînin

Erdnîgarî

John

Çîyayên Şerefdîn û Bîngolê

Çîyayê Şerefdînê ji rojava ber bi rojhilat wek girseyeke bilind, fireh û seranser dirêj dibe. Piştî tevgerên volkanî axek qalind li ser vî çîyayî çêbûye. Çend golên piçûk û girover li ser vî çîyayî hene; Gola Berxan, Gola Bongilan, Gola Şah Melek…

Zêdetir Bixwînin

John

Çîyayê Nemrûdê(yê volkanik-agirbij)

Di nav Deşta Mûşê û Gola Wanê de Çîyayê Nemrûdê yê volkanîk bilind dibe. Ev çîya bi teqînek volkanî çêbûye. Paşê teqînek pir bi hêz (wek ya Wezuwê-Vezuv) li qotê vî çîyayî pêk hatîye û qot ji hev xistîye. Bi vê teqîna dawîn qot û zanga li serê vî çîyayî perçe perçe bûye, bi awayekî berfireh kort, kortal û zang çêbûnin; ji vê rewşê re qaldera tê gotin. Berî vê teqîna dawîn bilindayîya Nemrûdê li dor 5 hezar metreyan bûye, lê piştî teqînê daketîye 3100 metreyan, ango bi vê teqîna dawîn re li dor 2 hezar metre bilindayî bi hewa ketîye û li derdor belav bûye. Di nav qalderayên Dinyê yên herî mezin de yek jê jî Qalderaya Nemrûdê ye.

Zêdetir Bixwînin

John

Nisêbîn(Navçeya Mêrdîn)

Nisêbîn, navçeyeke mezin ya bi ser bajarê Mêrdînê ve ye, di navenda Kurdistanê cih digre. Seyyahên sedsalên 12emîn û 13emîn jî, di derbarê Nisêbînê de, behsa xanîyên delal yê nav bexçeyên têr î tije, hemamên bedew, pira li ser çemê Hîrmasê(Cexcexê), nexweşxane, dibistanên wê û sûra dora wê ku 6500 gav bûn dikin.

Zêdetir Bixwînin

John

Semsûr/Adiyeman(Parêzgeh)

Dîroka di nav axa Semsûr(Adiyeman)ê de dire berî bi hezara salan. Mirov dikare bêje di derbarê dîroka herêmê de belgeyên niviskî digihêjin berî zayînê serê hezarsala duyemîn. Lê em ji kolandinên arkeolojîk dizanin ku dîroka insanetiyê li vê herêmê zêdeyî deh hezar sal berê dest pê kiriye û Semsûr di hundirê vê erdnîgariyê de ye. Serdema Hurîyan (Horî/ Hurtî/ Gutî/ Kurtî) a ku herêma Semsûrê jî dihêwirîne, di hezarsala 4emîn a berî zayînê dest pê dike û 3 hezar salan berdewam dike.

Zêdetir Bixwînin

Galeriya Vîdyoyê

'Mîrê Bilûrê' Egîdê Cimo

Mijar di derbarê jiyana Egîdê Cimo de ye, yê ku 37 sala li radyoya Êrîvanê sazbendiya Kurdî pêk aniye... Nivîs, Xwendin û Derhênerî: Salih Kevirbirî / Kameraman, Deng û Ronahî: Tîgran Galstyan / Montaj: Herdî Qadir

Bavê Petrol û Gazê Nadîr Nadirov

Jiyana kurdperwer, welatparêz û yek ji navdartirîn zanyarê petrokimya Prof. Dr. Nadîr Nadîrov. Nivîs, Xwendin û Derhênerî: Salih Kevirbirî / Kameraman: Dîmîtrî Azîzov / Montaj: Herdî Qadir

Dilovan - Biography

Jiyana hunermendê berhemdar Dilovan. Amadekar: Kakşar Oremar / Montaj: Şêro Efrînî Kamera: Mahîr Amed û Hemîd Urmiye / Arşîv: Stêrk Tv

Kurdên Kirgizîstanê

Dîrok û jiyana Kurdên Kirgizîstanê; sirgunên salê 1937 û 1944an ber bi Asyaya Navîn de. Nivîs, Xwendin û Derhênerî: Salih Kevirbirî / Kameraman, Deng û Ronahî: Marlîs Myrzakul Uulu / Montaj: Nabaj Ahmed