Şerefxanê Bedlîsî
Şerefxanê Bedlîsî, bi esil ji malbata mîrên Bedlîsê, ji eşîra Rojkan e. Mîrekiya Bedlîsê di navenda Kurdistan de cih digre û yek ji mîrekiyên herî mezin e. Mîr Şerefxan nivîskarê kitêba p Kurdistan/ ŞEREFNAMEyê ye û di beşek vê kitêbê de di derbarê xwe û malbata xwe, e
Eslîxan Yildirim
20 Tebax 2021
Şerefname(pirtûk-pdf)
Şerefxanê Bedlîsî, kitêba Şerefnameyê wek du cildan nivîsandiye. Cilda yekemîn ya ku dîroka Kurdistan e di dawiya meha zulhîcceya sala 1005ê koçî (13yê Tebaxa sala 1597ê zayînî) qedandiye. Nusxeya destxeta Şerefxan bi xwe bi Farisî ye, 246 rûpel e û niha di Kitêbxaneya Bodleian a Zanîngeha Oxfordê de, di bin reqema 312an de qeyitkirî ye. Bi bîst tabloyên bi nirx yê ku wî bixwe çêkirine hatiye xemilandin û her yek ji wan tabloyan bûyerek dîrokî îzah dike. Şerefxan, nivîsandina cilda duduyan jî di meha Gulana sala 1599ê zayînî de tamam kiriye. Ev cilda han jî li ser bûyerên dema sultanên Osmaniyan û hukumdarên Îran û Tûranê ye. Loma ev kitêb di warê dîroka siyasî, çandî, civakî de çavkaniyek pir girîng e ji bo Kurdistan, Dewleta Osmanî, Îranê û derdora wan...
Zîya Avci
21 Tebax 2021
Dîroka Keleh û Sûrên Amedê
Amed, wekî bajar xwedî dîrokeke bi qasî 8000 salan e û ji berê de bûye jîngeha mirovan. Jiyan li vî bajarî, ji roja ava bûye û heta îro, bênavber berdewam kiriye. Keleha Amedê mînaka herî baş a kelehên Kurdistanê ye. Keleha Amedê li ser rojhilatê platoya bazalt ya ku ji Çiyayê Qerejdaxê heta Çemê Dîcleyê dirêj dibe, cî digire. Dema avakirina sûran bi esehî nayê zanîn lê tê texmînkirin ku di salên 3000î yên Beriya Îsa de cara yekem di serdema Hûrî-Mîtaniyan de hatiye avakirin...
Omer Dilsoz
20 Tebax 2021
Kelaha Nû (ya li Kolik/Gexte-Semsûr)
Avahiya jê re “Keleha Nû” tê gotin, di nav gundê Gexteya Kevn(Kocahîsar) de cih digire ku berê nîveka navçeya Gexteyê bû(dûra ev navçe veguherandin kirin gund). Gexteya Kevn, 60 kîlometre dûr, li bakurrojavayê parêzgeha Semsûrê cih digire. Tê texmînkirin ku ev avahî cara pêşin di serdema êl û hozên Huriyan de hatiye çêkirin. Lew ku li herêmê gelek kavilên bajardewlet an kelehdewletên ku ji serdema Huriyan mane hene.
Mehmet Oncu
26 Çirîya Pêşî 2022
Girê Qereqûş
Girê Qereqûş, li ser riya Çiyayê Bêlî (Nemrût) cih digire, cureyekî goristan e. Ev goristana taybet ku mirov dikare wê bi şêwaza “meqber” jî bi nav bike, di serdema şaristaniya Komageneyê de, ji hêla keyê Împaratoriya Komageneyê ve hatiye avakirin. Girê ku 10 kîlometre dûr, li bakurê navçeya Gexteyê dikeve ji birek tirbên jinên binemala keyên Komageneyê pêk tê.
Mehmet Oncu
2 Çirîya Paşî 2022
Komagene û Kurdên Zelanî
Navê xanedana Kûmû(h) an jî Komageneyê Zelan e. Di roja me de jî erdnîgariya Zelan navê cihekî fireh ku hemû Kurdên rojava dinimîne. Ew erdnigarî, di cihê ku Çemê Têgris (Dîjle) tê dizê de dest pê dike, bajarên weke Yozgat û Zele ên ku li nîveka Kurdistana bakur cih digirin, yanê Kapadokya ya Antîk dihêwirîne û heta Pontûsê dirêj dibe. Di lîteratûrê de navên wek Mil (Milan) û Zil (Zilan), du şaxên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê ne ku ew îro jî heyîna xwe diparêzin.
Mehmet Oncu
3 Çirîya Paşî 2022
Keyaniya Kûmû(h)/ Koma/ Kowa
Keyaniya Kûmûh, Berî Zayînê di navbera sedsalên 11 û 7an de weke keyaniyeke serbixwe derdikeve himber me. Li bakurê vê keyaniyê keyaniyeke ku ji hêla Melîdiyan ve hatiye damezirandin û navê wê jî Melîdî ye cih digire. Li başûrê vê keyaniyê Keyaniya bi navê Qarqamiş, li rojavayê wê jî dîsa keyaniya bi navê Gurgum ku ew jî yek ji êl û hozên Huriyan bûn cih digire.
Mehmet Oncu
4 Çirîya Paşî 2022
Şarî Antîk Pirîn(Perre/Pere)-Semsûr
Şarî Pirîn(Perre), di nav sînorê Semsûrê de ye, di serdema antîk de şarekî avadan û şên bûye. Weke şarekî Komagene, Roma û Bîzans tê nasandin. Lê belê ew ne nêrîneke rast e, lew ku ew gotineke oryantalîst e ya ku kêfa mêjiyê rêveberiya herêmê jî tîne. Li gorî wan, eleqeya xelkê ku di wê serdemê de heta îro li heremê jiyan dike bi vî şarî tuneye. Belê gelek baş tê zanîn ku navê vî şarî ê bi şêwaza “Pere” bi Kurdî ye, di Kurdî de wateya cihê tê re borînê dihêwirîne. Ew peyv di Kurdiya îro de jî weke “pire” tê bikaranîn.
Mehmet Oncu
7 Çirîya Paşî 2022
Kurdistan û Sînor(pirtûk-pdf)
Mijara pirtûka “Di Sedsala 20’an de KURDISTAN Û SÎNOR” sînorê di hundirê Kurdistanê de ye û lêkolînên ji gelek aliyan ve yê li ser van sînoran hatine kirin tê de cih distîne. Xebat ji du cildan pêk tê. Di cilda I’emîn de bi kurtayî dîroka sînorên di hundirê Kurdistanê de heye. Di cilda II’yemîn de jî “Sînoran Bi Xwe Re Çi Anîn?” xal bi xal raxistiye ber çavan.
Eslîxan Yildirim
13 Çirîya Paşî 2022
TARÎXA DEWLETA KURDAN(pirtûk-pdf)
Tarîxa Dewleta Kurdan(pirtûka Mihemed Brahîm yê Xezrecî)
Ev kitêb zêdeyî 750 sal berê hatiye nivîsandin û kitêba ewil e ya bi navê Dîroka Dewleta Kurdan hatiye nivîsandin. Heke berî wê hin xebat hebin jî îro di dest me de tune ne. Nusxeya vê kitêbê ya orjînal li Stenbol di Kitêbxaneya Suleymaniyê de ye. Behsa heyama Dewleta Eyyûbiyan û Selahaddîn Eyyûbî dike.
Ji Danasîna Weşanxaneya Azad
13 Çirîya Paşî 2022
Dewleta Fedlawî (Hezarhespî) / 1156-1423
“Kurê Mihemmedê kurê ‘Eliyê kurê Ebû’l-Hesenê Fedlawî”
Ebû Tahir, piştî bi alîkariya Atabeg Sûngûr piştsitûr bû, xwe gîhande ser sinorê Loristanê û carna bi şer, carna bi aştî, carna bi siyaset, hinek caran bi zor û zordarî û gelek caran jî bi nermî karîbû dest dayne ser axa Loristanê. Dema ku gihîşt desthilatdariyeka mezin, di sala 1156’ê de, alaya serxwebûnê hilda û bi vî awayî Dewleta Fedlawî ya Kurd hat avakirin...
Şerefxanê Bedlîsî
18 Çirîya Paşî 2022
Pira Cendereyê(Genderê)
Pira Cendereyê, li ser Çemê Cendereyê ku ew jî şaxek ji Çemê Gexteyê ye hatiye avakirin. Pir li cihê dolê yê herî teng hatiye çêkirin. Pira Cendereyê li ser kemerekê ye, her aliyiyekî pirê, li ser makezinarekî girs û di devê dolê de hatiye rûniştandin. Berê vê pireyê 7, dirêjiya wê jî 120 metro ye. Gewdeyê pireyê ji 92 keviran pêk tê ku ji van her yek bi giraniya 10 ton in. Kevirên ku di avahiya vê pireyê de hatîye bikaranîn, nêzî pirê ji zinarên mezin hatine birîn. Li gor nivîsa Latînî a li ser kîtabeya Pira Cenderê; tê gotin ku ew pir, Keyê Romayê ê bi navê Septîmûs Sewerûs, piştî zayînê, di navbera salên 193 û 211an de, ji bo bîranîna jin û kurên xwe çêkiriye.
Mehmet Oncu
28 Çirîya Paşî 2022
Semsat(navçeyek Şarê Semsûrê)
Semsata xwedî dîrokeke qedîm, navçeyek Semsûrê ye. Wek gelek cihên dîrokî yê Kurdistanê Semsata kevin jî, li gor projeya GAPê di sala 1988an de di bin ava barajê de maye. Cihê wê yê nû li qiraxa ava Bendava Ateturkê ye ku sê aliyê wê bi avê dorpêçkirî ye. Li gor serjimariya 2020an, li navenda navçeyê 4401, li gundan 3402, bi tevayî 7803 kes lê dijîn. Li gorî 20 sal berê nufûsa wê pir kêm bûye.
Mehmet Oncu
30 Çirîya Paşî 2022
Cegerxwîn
Hozanê mezin Cegerxwîn, helbestvanê Kurd yê herî mezin yê sedsala 20an tê qebûlkirin. Hîn jî dema behsa helbestvanê Kurd tê kirin, yek ji navê ku herî zêde tê bîra mirovan Cegerxwîn e. Bi nivîsê xwe di warê edebîyat, ziman û çanda Kurdî de xizmeteke gelek mezin kirîye, li ser mijarên cûr be cûr nivîsîye. Di nivîs û helbestê wî de welatparêzî, şoreşgerî, qedirdayîna zanîn û pêşketinê, wekhevîyê hene.
Berhevkar: Eslîxan Yildirim
26 Çileya Paşî 2023
Xatê Xatûn(Zekîye Midyat)
Li Tirkiyê cara ewil weke jin ku bûye seroka şaredariyê Xatê Xatûn(Zekîye Midyat) e, di sala 1956an de ji bo serokatiya Şaredarîya Midyadê hate hilbijartin. Zilamê wê Nûrîyê Ezîz ji Partîya Demokrat ji bo serokatîya Şaredarîya Midyadê hatibû hilbijartin; lê piştî 5 mehan dema ji bo otobosa şaredariyê diçe Mêrdînê, di bûyera trafîkê de canê xwe ji dest da. Wê demê Xatê Xatûn 32 salî ye û lawê wê yê biçûk Ferît 3 mehî ye. Di vî ‘emrê xwe yê ciwan de barê maleke mezin û eşîrekê ketibû ser mile wê. Dûra berpirsyarîya karê bajarekî jî kete ser. Lê ew ji malbavan û bi tevgera mala xwe xwedî tecrûbe bû û bi serkeftin karê xwe meşand.
Koma Berhevkariyê
1 Nîsan 2023
Selahedînê Eyûbî
Siltan Selahedînê Eyûbî (532-589/1137-1193), yek ji şexsiyetên herî navdar ê Rojhilata Navîn e, gelek berhem li serhatine nivîsandin û hê jî pir zêde tê heskirin. Helbestvanê navdar Mehmet Akif Ersoy, di helbestek xwe de gotiye; “Siltanê herî xoşewîst yê Şerqê, Selahadîn.” Di sala 1898’an de gava Împaratorê Almanya seredana Şamê kirîye, wî di gotara xwe de weha pesnê Selahedîn daye: “Tiştê dilşadîya minzêde dike ew e ku ez li wî welatî me ku mezintirîn kesê serdema xwe û mêrxastirîn û xweşmêrtirîn gernasê wextê xwe lê jîyaye, ew ê ku hatina wî bi xwe bûye rûmet û esalet û navûdengê wî li hemî welat û şaristanan bilind û belavbûye; ew jî Selahedînê Eyûbî ye.”
M. Emîn Narozî
1 Nîsan 2023
Kurdgalnamek(pirtûk-PDF)-Axwend Mihemed Salih Zengene Beluç
Navê Pirtûkê: Kurdgalnamek(Kurdbêjname)
Nivîskar: Axwend Mihemed Salih Zengene Beluç
Dîrok
Koma Berhevkariyê
1 Nîsan 2023
Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan(pirtûk-PDF)-Konê Reş
Navê Pirtûkê: Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan
Nivîskar: Konê Reş
Weşanxaneya Azad, 2013
Koma Berhevkariyê
30 Hezîran 2023
Eşîra Pencînarê
Cihê ku niha Eşîra Pencînarê lê ye, Çiyayê Gurdilan û Deşta Xerzan e. Ew herêma ku bi navê Deşta Xerzan hatîye binavkirin, behnava wê weha ye: Ji binê bajarê Hezo dest pê dike û berûber bi çemê Xerzan re ber bi başûr ve dikişe, rast çûye di kevîya herêma Reşkotan re dibihûre û li binê bajarê Qûbînê berê xwe daye Rojhilat û çûye di Ridwanê re derbas bûye, gihaye ser kevîya Çemê Dîcle û Botanê. Ji wirê ber bi bakûr ve di qûntara çiyayê Reşan re çûye xwe gehandîye herêma Babosîyê û dîsa ber bi Rojava ve çûye gehaye binê bajarê Hezo kevîya Çemê Xerzanê.
Zeynelabidîn Zinar
31 Çirîya Pêşî 2023
Qedrî Cemîl Paşa
Qedrî Cemîl Paşa(Zinnar Silopî), di sala 1890, li Amedê ji dayik bû. Kurê Fuad Begê Cemîl Paşa ye. Xeynî Fûad Beg 10 kurên Cemîl Paşa yên din jî hebûn. Di nav maleke qalabalix û dewlemend de mezin bû. Zarokatîya xwe li Qonaxa Cemîl Paşa û bi perwerdeyeke têr û tesel derbas kiribû. Bi tevî heval û hemsalên xwe havînan li gundê Enbarê, zivistanê jî li nav Amedê diman. Di zarokatîya xwe de hem fêrî xwendin û nivîsandinê hem jî fêrî suwarîtîyê û leşkerîyê bû. Lê eleqeya wî zêde li ser pêwendîyên komelayetî bû. Apê wî Qasim Begî her çiqas qedexe dikir ku nerin nav odeya mezinan jî, wî tim hewl dida ku here odê û guhdarî li sohbetên mezinan bike...
Ebûbekir ÇELEBÎ
2 Çirîya Paşî 2023
MÎREKTÎYA XÎZANÊ
Navend û paytexta vê mîrektîyê bajarê Xîzanê bû. Xîzana ku paytext bû nêzî Xeydayê ye û êdî bi qasî gundekî ye. Li vî bajarê kevn ê ku aniha xerabe ye, sûreke dîrokî heye û li ser qadeke mezin ava ye. Lewma ji vir re “Nava Sûrê”jî tê gotin. Ednîgarîya Mîrektîya Xîzanê bi der û dora xwe ve ji tixûbê xwe yê niha yê bajarê Xîzan(Hîzan)ê pir firehtir e. Erdnîgarîya vê herêmê ji başûrê Gola Wanê bigre heta tixûbê Cizîra Botan dirêj dibe. Mîrektîya Xîzanê bi çar alîyê xwe ve bi mîrektîyên Kurdan ên din ve cînar bû. Li alîyê wê yê bakûr û rojava, Mîrektîya Bidlîsê hebû. Li alîyê wê yê başûr îrektîya Cizîra Botan, li alîyê wê yê rojhilat Mîrektîya Miksê cih digirt.
Komîteya Dîrokê
8 Sibat 2024